* Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê derbarê meşa xwe ya ku dê di 19ê Nîsanê de li Gemlîkê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin wiha bang kirin: “Em bang li hemû jinan dikin ku ew jî tev li çalakiyê bibin û daxwaza azadiya Serokatî bikin.”
* Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” giran dimeşe û wiha bang li dewletê kir: “Divê bi lez qanûn bên derxistin. Em di wê hêviyê de ne ku di meha Gulanê de ev gav bên avêtin.”
* Hevserokê Kombendê Civakî yê Efrînê Îbrahîm Heftaro diyar kir ku tevî peymanê jî hezên Tirkiyeyê yên li Efrînê venekişiyane û got: “Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li 5 gundên Efrînê bi cih bûne. Şêniyên 5 gundan ji ber dagirkeriya hezên lêşkerî yên Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe.”
* Gerînendeyê Navenda Lêkolînên Kurdî Newaf Xelîl derbarê geşedanên di şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de axivî, diyar kir ku dawiya dawî dê vegerin ser maseya muzakereyan û got: “Rejîma Îranê qels bûye û ev yek ji bo gelên li Îranê dijîn serkeftinek e.”
* Siyasetmedarên Kurd Menîce Rumeysa Gulmez û Îmam Taşçier li ser yekitiya Kurdan û kongreya neteweyî bang li partî û saziyên Kurdî kirin û gotin: “Divê siyaseta Kurd li dora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin yek û divê kongreya neteweyî demildest pêk were.”
* Seroka Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş têkildarî amadekariyên Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê diyar kir ku ew di nava şer de bi riya hunerê li pey aştiyê ne û got: “Şano çiraya geş a jiyanê ye.”
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê beriya civîna endamên Meclîsa Partiyê, li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî bide. (10:00)
* Komeleya Ekolojiyê dê bi dirûşma “Rêya aştiyê di jiyana ekolojîk re derbas dibe” dê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya 1emîn a Amedê kongreya xwe li dar bixe. (11:00)
* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di heftaya 1098emîn de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (12:00)
* Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” bidomînin. (12:00)
* Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur dê têkildarî yekitiya gelê Kurd li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi jinan re civînekê pêk bîne. (13:00)
* Platforma Demokrasiyê ya Gimgimê, dê bi pêşengtiya Komeleya Ekolojiyê ya Gimgimê li eywaneke dawetê ya navçeyê bi ser navê “Gimgim JESê naxwaze” panelekê li dar bixe. (13:00)











