Di encama şerê Îsraîl û Hizbûllahê de li Libnanê di nav 45 rojan de 2 hezar û 55 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 hezar û 588 kes jî birîndar bûn. Ji destpêka şer heta niha milyonek û 100 hezar kes jî koçber bûn.
Şerê di navbera Îsrail û Hizbûllahê de li Libnanê berdewam dike, hindî diçe bîlonçoyek girantir derdixe holê. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, piştî serdana xwe ya li ser sînor diyar kir ku di stratejiya wan de tu guhertin nîne û operasyonên li ser Libnanê dê “heta ewlekarî pêk were” berdewam bikin. Netanyahu destnîşan kir ku tevî hevdîtinên dîplomatîk hebin jî, artêşa Îsraîlê dê hedefgirtina baregehên Hizbullahê li Beyrûd û başûrê welêt ranewestîne.
Li Libnanê bîlanço giran dibe
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrişên Îsraîlê de heta niha 2 hezar û 55 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 hezar û 588 kes jî birîndar bûne. Êrişên domdar bûne sedem ku milyonek û 100 hezar kes ji malên xwe koçber bibin. Her wiha weşaretê ragihand ku herî dawî li herêma Beît Yahoun, balafireke bêmirov a Îsraîlê rasterast ambulansa Heyva Sor a Libnanê hedef girt û di encamê de xebatkarê tenduristiyê Hassan Bedawî jiyana xwe ji dest da.
Bersiva Hizbullahê û şerê li ser sînor
Hizbullahê ragihand ku ji ber binpêkirina agirbestê û êrişên li ser gundan, wan bi dehan moşek avêtine bajarên Kiryat Shmona û Doviv ên li bakurê Îsraîlê. Medyaya Îsraîlê piştrast kir ku di encama van êrişan de du leşkerên wan ên tîma paraşûtê birîndar bûne.













