Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Îzmîrê, bi turnuvayeke futbolê bal kişand ser kuştina jinan û bikaranîna tiryakê û wiha got: “Ev herdu pirsgirêkên civakê ji heman kokê tên. Heta wekhevî û jiyaneke azad li herdê neyê avakirin ne pêkan e ku pêşî li vê rûxandina civakî bê girtin.
Turnuvaya Futbolê ya Rojîn Kabaîşê ku ji aliyê Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Îzmîrê ve dihat lidarxistin piştî du hefteyan bi dawî bû. 16 tîm tevlî turnuvayê bûn û ji bo ku balê bikişînin ser wekheviya jin û mêran, tîm ji jin û meran pêk hatin. Li stadyûma ku turnûva lê dihat lidarxistin pankartên “Ne bi tiryakê lê jiyanê” û “Kuştina jinan polîtîk e” hatin daliqandin.
Li ser navê platformê daxuyanî hat xwendin. Metna daxuyaniyê Dîlan Toprak xwend.
‘Kuştina jinan û tiryak ji heman kokê ne’
Dîlan Toprak anî ziman ku kuştina jinan û bikaranîna tirkyakê herdu jî ji nava heman pergalê derdikevin. Dîlan Toprak diyar kir ku ev pergal hem mafê jiyanê yê jinan ji destê wan digire, hem jî ciwanan ber bi talukeya tiryakîbûnê ve dikişîne û got : “Navên jinên hatine qetilkirin ne tenê bîranîn e; banga têkoşînê û hişyarkirina bîra civakî ye. Pinar Gultekîn, Denîz Poyraz, Emîne Bulut, Şebnem Şîrîn, Aleyna Çakir, Rojîn Kabaîş û bi hezaran jinên din… Ji ber ku nehatin parastin û dengê wan nehat bihîstin hatin kuştin. Bikaranîna tiryakê jî ne tenê meseleyeke şexsî ye; encama bêkarî, xizanî, bêpêşerojî û bêhêvîtiyê ye. Ji bo em xwedî li jiyanê derkevin û piştevaniyê xurt bikin, me di şexsê Rojîn Kabaîş de ev turnuva diyarî hemû jinên hatine kuştin kir.”
‘Futbol dikare bibe qada wekheviyê’
Di berfirehiya axaftina xwe de Dîlan Toprak destnîşan kir ku bi gelemperî futbol wekî qadeke mêr-serwer û holîganiyê tê dîtin û wiha got: “Me xwestiye em nîşan bidin ku futbol dikare bi rengekî din jî bê lîstin. Em bawer dikin wekheviya ku me li vê qadê ava kir, dikare li hemû qadên jiyanê belav bibe.”
Di dawiyê de, kaptanên tîman jî destnîşan kirin ku lîstina jin û mêran a bi hev re, derbeyeke li dijî hişmendiya mêr-serwer e û dan zanîn ku ew ê bêhtir çalakiyên bi vî rengî li dar bixin.













