Lîstikvanê Amedsporê Mbaye Dîagne li ser hesaba xwe ya fermî ya instagramê peyameke bi Kurdî parve kir û got: “Em qet dev jê bernadin, em ê her tim berdewam bikin.”
Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Umraniyespor di hefteya 35emîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê duh hatin hemberî hev û maç 2 û 2 bi dawî bû. Golên Amedsporê Mehmet Yeşîl û Mbaye Diagne avêtin. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê du saet beriya maçê li stadê cihê xwe girtin û heta dawiya maçê piştevaniya tîma xwe kirin. Amedsporê bi vê encamê di rêya şampiyontiyê û çûyîna Lîga Super a TFFê de avantajek girîng ji dest da.
‘Em ê her tim berdewam bikin’
Amedspora ku pûanên xwe kir 72, rêza xwe ya duyemîn parast û dê di 19ê Nîsanê de li deplasmanê bi Bandirmasporê re bilîze. Lîstikvanê Amedsporê Mbaye Dîagne li ser vê yekê li ser hesaba xwe ya fermî ya înstagramê li gel strana Dayê Welat Şêrîn e ku hunermend Pervîn Çakar dibêje, peyameke bi Kurdî parve kir û wiha got: “Em qet dev jê bernadin, em ê her tim berdewam bikin. Înşalah em ê bi ser bikevin. Dibe ku ev yek pûan jî me bike şampiyon. Amed.” Zêdetirî 50 hezar kesan ev peyama Mbaye Dîagne eciband û bi hezaran kesan jî peyam şirove kir û parve kir. Golavêjê Amedsporê Mbaye Dîagne ku di 33 maçan de 28 gol avêtine û 6 asîst kirine di Lîga 1emîn a Trendyolê de lîstikvanê herî zêde gol avêtine ye.
Pêvajoyek dijwar li pêşiya Amedsporê ye
Amedspora ku pûanên xwe kir 72 di rêza duyemîn de ye û dê di 19ê Nîsanê de li deplasmanê bi Bandirmasporê re bilîze. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku hevrikên Amedsporê Erziromspor a di rêza yekemîn de û Erokspor a di rêza sêyemîn de maçên xwe qezenc kirin. Di navbera Erzirom û Amedê de 6 pûan di navbera Amed û Eroksporê de 2 pûan hene. Amedspor dê di 26ê Nîsanê de li sehaya xwe bi Bodrûmsporê re û dê di 2yê Gulanê de li deplasmanê bi Îdirsporê re bilîze û lîg dê bi dawî bibe. Ji bo ku Amedspor biçe Lîga Super divê an bibe şampiyon an jî rêza xwe ya duyemîn biparêze.
Mbaye Dîagne peyama xwe li ser lînka jêr parvekir: https://www.instagram.com/p/DXFnWG8ArFR/?igsh=OHhwZGd1NGJ1dGQ5












