TJAyê ji bo Meşa Gemlîkê daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Bi hemû rengên xwe, bi gotin û têkoşîna xwe, em li Gemlîkê werin ba hev. Ji bo aştî û azadiyê, em bibin yek.”
Tevgerên Jinên Azad (TJA) dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê 19ê Nîsanê de ber bi Gemlîkê ve bimeşe. TJAyê ji bo tevlibûna meşê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd ne ji bo kesekî ye’
TJAyê diyar kir ku ruhê demê, deriyên azadiya jinan û aştiya civakî vedike û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi dirûşma ‘Dema jinê, dema azadiyê ye’ derketin rê; li dijî pergala mêrserwer a ku ked, beden û jiyanê tune dihesibîne, em rûyê xwe careke din didin aştiyê. Ji ber ku aştî; ne tenê bidawîkirina şer e, her wiha avakirina jiyaneke wekhev, azad û demokratîk e ku azadiya jinan esas digire. Îro em dizanin ku; derbasbûna qeyran û şerên li Rojhilata Navîn, vekirina rêyên çareseriya demokratîk, bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo kesekî ye; ji bo hêviya aştiyê ya gelan û avakirina civaka demokratîk asteke jiyanî ye. Wekî jin, em bi tecrûbeya xwe ya dîrokî dibêjin: Aştiya ku azadiya jinê esas negire, ne mayînde ye. Ji ber vê yekê têkoşîna me; ji bo civakeke demokratîk e ku tê de hemû nasname, bawerî û çand tên naskirin û jin tê de kirde ne.”
‘Niha dema dewrgirtina mîrasa berxwedanê ye’
TJAyê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku li vê erdnîgariya ku êşên mezin lê hhatine kişandin, niha dema dewrgirtina mîrasa berxwedanê û civakîkirina aştiyê ye û ev yek hate gotin: “Werin em li dijî wêraniya şer jiyanê, li dijî zextê azadiyê û heqîqetê bi hev re biparêzin.Ji vir bangewaziya me ji bo hemû saziyên jinan ên li Tirkiyeyê, femînistan û tevgerên jinan re ye; Ev têkoşîn ne tenê ya beşekê ye; têkoşîna hevpar a hemû jinên ku alîgirên jiyaneke wekhev û azad in. Bi cudahiyên xwe ve em mil bidin milên hev, gotina xwe bikin yek û bi berxwedaneke hevpar, em dikarin aştiyê bi hev re ava bikin. Ji bo bilindkirina dengê aştiyê li dijî şer û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya azadiyê; Em bang li hemû jinan dikin ku di 19ê Nîsanê de di meşa ber bi Gemlîkê de em bi hev re bimeşin. Werin, em di vê hevdîtina dîrokî de milê xwe bidin milê hev. Di vê serdemê de ku herî zêde pêdiviya me bi aştiyê heyî, em hêviyê mezin bikin û azadiyê bi hev re bihûnînin. Bi hemû rengên xwe, bi gotin û têkoşîna xwe, em li Gemlîkê werin ba hev. Ji bo aştî û azadiyê, em bibin yek!”













