Gelê taxa Gaziyê ya Stenbolê li dijî êrîşên li dibistanên Sêweregê û Mereşê meşiya û xwestin ku Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn îstîfa bike.
Gelê taxa Gaziyê ya navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê bi armanca protestokirina êrişên li ser xwendekar û mamosteyên li Sêweregê û Mereşê meşiya. Beriya meşê gel li pêşiya Cemxaneyê Gaziyê kom bûn. Bi dirûşmeya “Wezaretê sermayeyê Yusuf Tekîn îstîfa” û “Em wezareta kujerên naxwazin” heta pêşiya Lîseya Şaîr Abay meşiya.
Piştî meşê ji bo kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin hate kirin û paşê jî daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Egîtîm Senê ya Şaxa 4emîn a Stenbolê Pervîn Turkdogan ve hat xwendin.
‘Sedema van êrîşan jî polîtîkayên desthilatdare’
Pervîn Turkdogan diyar kir ku bi van êrîşan derket holê ku her ku diçe tundî di nava jiyanê de zêde dibe û got: “Dibistan cihe ewlehiyê ne lê belê îro di dibistanan de bûyerên tundiyê zêde bûne. Sedema van êrîşan jî polîtîkayên desthilatdar û bêpêşeroj xistin e.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.













