Berdevka NYyê ya Jinan Sophia Kaltroup li Şerîda Xezayê di navbera Cotmeha 2023yan û dawiya 2025an de zêdetirî 38 hezar jin hatine kuştin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyand ku li Şerîda Xezayê di navbera Cotmeha 2023yan û dawiya 2025an de zêdetirî 38 hezar jin û keç hatine kuştin.
Berdevka NYyê ya Jinan Sophia Kaltroup li Cinêvê ji rojnamevanan re axivî û got, “Di navbera Cotmeha 2023yan û Kanûna 2025an de zêdetirî 38 hezar jin û keç bûne qurbaniyên êrişên hewayî û bejayî yên Îsraîlê.” Sophia Kaltroup destnîşan kir ku di nav wan de “zêdetirî 22 hezar jin û 16 hezar keç hene, ev tê wê wateyê ku navînî her roj herî kêm 47 jin û keç tên qetilkirin.”













