• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hêzên hikûmeta demkî welatiyekî Kurd revandin

    Hêzên hikûmeta demkî welatiyekî Kurd revandin

    Kurê walî Mustafa Turkay Sonel hat girtin

    Kurê walî Mustafa Turkay Sonel hat girtin

    Li Reqayê mal û dikanên Kurdan tên wêrankirin

    Li Reqayê mal û dikanên Kurdan tên wêrankirin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Divê Iraq helwesteke cîdî raber bike

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Divê Iraq helwesteke cîdî raber bike

    Berdevkê PJAKê Avdanan: Bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn guhertin erênî nabe

    Awdanan: Civak û rêxistinên şoreşger dikarin hevsengiyê biguherînin

    TEV-KOM hate damezrandin: Hêza me yekîtî û modela jiyana hevpar e

    TEV-KOM hate damezrandin: Hêza me yekîtî û modela jiyana hevpar e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji Îzmîrê ber bi Gemlîkê ve: Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

Îzmîr / AW

18 NÎSAN 2026 - 17:49
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA li Îzmirê, ji bo ‘Meşa Gemlîkê”’ ya ku wê di 19ê Nîsanê li navçeya Bûrsayê ya Gemlîkê bê lidarxistin daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî.

 Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beriya meşa ku wê sibê ber bi Gemlîkê ve dest pê bike, li Parka Şîrînyerê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta “Niha dem dema jinên ber bi azadiyê ve dimeşin e: Em riya aştiyê bi hev re dihûnin” hat hildan û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Burcugul Çubuk jî li cihê daxuyaniyê amade bûn. 

‘Daxwaza sereke ya jinan azadî ye’

Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna 50 salan û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya kêşeya Kurd heta niha berdêlên giran hatine dayîn û got: “Birêz Abdullah Ocalan ji sala 1993yan ve her tim bangên aştiyê dike û ji bo çareseriyê amadebûna xwe nîşan dide. Lê mixabin, tevî ku di qadeke 10 metrekareyî de ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê tê dikoşe, hîna jî di bin tecrîdê de ye û ji aliyê fîzîkî ve ne azad e.”

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dayik û jin di vî şerî de êşên herî mezin kişandine û wiha pê de çû: “Tevî van hemû êşan jî daxwaza me aştiyeke birûmet e. Daxwaza jinan û dayikan a sereke, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Meşa ku bi pêşengiya TJAyê ya ber bi Gemlîkê ve tê kirin, riya heqîqet û azadiyê ye.”

Daxuyanî bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû. 

Etîket: Abdullah OcalanAzadidaxuyanîİzmirJinMeşa Gemlîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê li dijî êrişên ser dibistanan daxuyanî hat dayîn

Li Êlihê li dijî êrişên ser dibistanan daxuyanî hat dayîn

17 NÎSAN 2026
ÎKP: Em dev ji pirskirina aqûbeta Gulistan Doku bernadin

ÎKP: Em dev ji pirskirina aqûbeta Gulistan Doku bernadin

17 NÎSAN 2026
Jinan ji bo Gulistan Dokûyê bang kir: Bila hemû kujer bên darizandin

Jinan ji bo Gulistan Dokûyê bang kir: Bila hemû kujer bên darizandin

17 NÎSAN 2026
‘Ji bo ku Yûsûf Tekîn îstîfa bike li bendê ye çend xwendekarên din can bidin?’

‘Ji bo ku Yûsûf Tekîn îstîfa bike li bendê ye çend xwendekarên din can bidin?’

17 NÎSAN 2026
Xwendekarên Lîseyê: Bila Yusuf Tekîn demildest îstifa bike!

Xwendekarên Lîseyê: Bila Yusuf Tekîn demildest îstifa bike!

16 NÎSAN 2026
YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

16 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hişê çêkirî’ çima ji Kurdî re kerr û kor û lal e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV-KOM hate damezrandin: Hêza me yekîtî û modela jiyana hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tara Mamedova li Amedê konsereke bi heybet da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bavê Rojîn Kabaîşê: Divê komîsyoneke serbixwe were avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Baroya Îzmîrê li ser girîngiya zimanê zikmakî panel hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê KODER hate damezrandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan: Em ê li dijî kuştinan sîstema azadîxwaziya jinan ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (651)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne