Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê welatiyekî Kurd dema ku ji Efrîn ber bi Helebê ve diçû revand.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku 16ê nîsanê roja Pêncşemê endamên hêzên Ewlekariya Giştî yên bajarê Ezazê welatiyê Kurd Ridwan Arselan Bekir (55 salî) dema ku ji Efrîn ber bi Helebê ve diçû revandin.
Rêxistinê di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku Bekir, ku bi eslê xwe ji gundê Qotanê yê navçeya Bilbilê ye, li Efrîn dijî û xwediyê firoşgehek parçeyên otomobîlan e. Ew li ser rê hate revandin û birin baregeheke ewlehiyê li herêma Ezazê.
Rêxistinê diyar kir ku Bekir hîna girtî ye û sedemên qanûnî yên girtina wî nehatine aşkerekirin.













