Piştî maça di navbera Amedspor û Bandirmasporê de, êrişeke nijadperest li dijî rêveber û alîgirên Amedsporê pêk hat.
Di hefteya 36emîn a Lîga 1emîn a TFFê de, Amedspor li qada Bandirmasporê bû mêvanê. Di maça ku li Stadyuma 17ê Îlonê hat lîstin de, Amedspor 2-0 têk çû. Lêbelê ji encama maçê zêdetir, bûyerên ku li hundir û derveyî qadê qewimîn bal kişandin.
Berî ku maç dest pê bike, komek ji alîgirên Bandirmasporê berê xwe dan trîbuna protokolê. Vê komê li dijî şandeya Amedsporê ku Serokê Amedsporê Nahît Eren û Serokê DTSOyê Mehmet Kaya jî di nav de bûn, dirûşmên heqaretê berz kirin. Hat diyarkirin ku li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî gotinên nexweş hatin gotin.
Berî destpêkirina maçê, li stadyumê muzîka rêzefîlma “Kurtlar Vadisi” hat guhdarîkirin ku ev yek wekî peyamekê hat dîtin. Ji ber zêdebûna rageşiyê, polîs ketin nav qadê da ku rageşiya di navbera her du aliyan de asteng bike.
Piştî bidawîbûna maçê, rageşî li stadyumê jî pêk hat. Rêveber û alîgirên Amedsporê ku dixwestin ji stadyumê derkevin, rastî êrişên devkî û fîzîkî yên komek alîgirên Bandirmasporê hatin. Li gorî agahiyan, di encama van êrişan de hinek alîgirên Amedsporê birîndar bûn.













