Amed – Piştî şikestina li hemberî Bandirmasporê, di nav raya giştî û alîgirên Amedsporê de mijara herî germ şansê serkeftinê ye. Her çend şikestina dawî birîneke kûr vekiribe jî, tabloyê nîşan dide ku hîn tiştek bi dawî nebûye. Pêdiviya tîmê ji her demê bêtir bi ruhê fînalê û motîvasyoneke xurt heye.
Amedspor di pêvajoyeke wisa re derbas dibe ku êdî her maç wekî fînalekê ye. Têkçûna li hemberî Bandirmasporê careke din nîşan da ku tîm di deqeyên krîtîk de bi blokajeke derûnî re rû bi rû dimîne. Di maça dawî de diyar bû ku ji xeynî kêmasiyên taktîkî û valahiyên di navbera parastin û navbirê de, pirsgirêka sereke windakirina konsantrasyonê ye.
Di nava vê karesatê de, guhertinên di ekîba teknîkî û xeletiyên stratejîk ên di transferan de jî rê li ber bêîstîkrariyê vekir. Her wiha helwesta hakeman û zextên derveyî sehayê moralê lîstikvanan dihejîne. Lê divê neyê jibîrkirin ku futbol hunera birêvebirina krîzan e. Ji bo ku tîm ji vê rewşê rizgar bibe, divê ekîba teknîkî û lîstikvan stratejiyeke nû ava bikin.
Çima Amedspor di maçên fînalê de diheje?
Ev pirsgirêk êdî ji tesadufe dertê û dibe karakterê tîmê. Lîstikvan bi fikar dileyizin. Ev fikar dibe sedema blokaja derûnî. Lîstikvanên Amedsporê di bin zexta “divê em qezenc bikin” de winda bûn. Sedema ku alîgir dibêjin “şans nema ye”, ne pûan in, bêtir helwesta lîstikvanan e. Tîm naxwaze rîskê bigire.

Barê giran li ser milê Amedsporê ye
Amedspor ji bo bi milyonan kesan ji tîmeke futbolê wêdetir e, ew nasnameyek e, hêviyek e. Ev giringiya civakî carinan di maçên herî girîng de dibe sedema streseke giran. Lîstikvanên ku di bin vê zextê de dileyîzin, ji konsantrasyonê dûr dikevin û ev yek jî dibe sedema bêîstîkrariyê. Di vê qonaxê de, pêdiviya tîmê bi lîstikvanên xwedî tecrube heye ku di kêliyên herî dijwar de berpirsyariyê bigirin ser milên xwe û hevalên xwe motîve bikin.
Maçên mayî û şansê matematîkî
Her çend performans niha di asteke kêm de be jî, hesabê matematîkî hîn deriyê serkeftinê negirtiye. Reqîbên Amedsporê jî pûanan winda dikin û ev yek nîşan dide ku her tişt di destê Amedsporê de ye. Şerta sereke ev e. Êdî mafê windakirina pûanekê jî tune ye.
Heke tîm ji aliyê fîzîkî û ruhî ve xwe komî ser hev bike, dikare balansa lîgê careke din serûbin bike. Di vê dema krîtîk de, ya ku dê tîmê li ser piyan bigire piştgiriya alîgiran e. Divê alîgirên Amedsporê di van rojên dijwar de li pişt tîmê xwe bisekinin. Motîvasyona herî mezin a lîstikvanan, baweriya aligêrê wan e.
Amedspor îro bi îmtîhaneke mezin a îradeyê re rû bi rû ye. Heke ev ruhê têkoşînê vegere ser sehayê, şansê matematîkî dê bibe mizgîniya serkeftineke mezin. Niha dema wê ye ku her alîgir, her lîstikvan û her berpirsyar ji bo armanceke hevpar bibe yek.











