Piştî erdheja mezin a li bakurê Japonyayê tsunamî rabû û pêlên wê gihîştin peravê. Rayedaran ji bo erdhejê peyhatî û hatina pêlên nû hişyarî dan.
Piştî erdheja mezin a li bakurê Japonyayê tsunamî rabû û pêlên wê gihîştin peravê. Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) da zanîn ku li Bendera Kuji ya girêdayî eyaleta Iwateyê pêleke tsunamiyê ya 80 santîmetreyî hate tespîtkirin.
Hikûmetê bang li gel kir: Derbasî cihên bilind bibin
Erdhej li gorî saeta herêmî di 16.53’yan de li Pasîfîkê çêbû û piştre pileya mezinahiya wê weke 7,7’an hate eşkerekirin. Erdhej li Tokyoya bi sed kîlomerteyan dûrî cihê berbehs hate hîskirin. Rayedaran hişyarî dan ku dibe pêlên tsunamiyê bigihîjin gelek perevan û bang li gel kirin ku derbasî cihên bilind û ewle bibin. NHK’ê navber da weşanên xwe û hişyariyên lezgîn dan.
Hişyariya erdhejên peyhatî
Li gorî tespîtên ewil zirarên mezin çênebûne û hikûmetê maseya krîzê ava kir. Serokwezîr Sanae Takaîchî bang li welatiyên ku li herêmên birûsk dijîn kir û ji wan xwest ku derbasî cihên ewle bibin. Pisporan jî hişyarî dan ku dibe di rojên pêş de erdhejên peyhatî çêbibin û hate bibîrxistin ku Japonya li herêmeke erdhejê ye.













