Enqere – Karkerên Madenê ên ji bo heqdestê xwe û mafê xwe yê tezmînatê li Enqereyê dest bi gireva birçîbûnê kiribûn hatibûn binçavkirin. Karkerên madenê piştî hatin berdan li parqa Kurtuluşê çalakiya xwe didomînin.
Karkerên Madenê yên giredayî Sendîqaya Xweser a Karkerên Madenê yên di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitîn ji bo heqdestê xwe yê nehatiye dayîn û mafên xwe yên tezmînatê bi dest bixin, ji Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve bi rêketin. Karkerên di roja 8an de gehiştin Enqereyê, li ber Wezareta Enerjiyê dest bi gireva birçîbûnê kiribûn. Polîsan êrişî karkeran kiribû û 110 karker girtin binçavan. Karkerên hatine binçavkirin di dema binçavkirinê de jî greva xwe ya birçîbûnê domandin. Bi berdanê jî karker çalakiya xwe li Enqereyê didomînin.
Karkerên Madenê, li parqa Kurtuluş a navçeya Çankaya ya Enqereyê hatin ba hev û li vê derê çalakiya xwe ya birçîbûnê didomînin. Endam û nûnerên sendîqayan, Hezên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê û gelek kesan jî piştgiriya karkerên madenê kir. Karker di dema çalakiya xwe domandin de demekê dirêj dirûşmeyên, “Heta em mafê xwe bi dest bixînin em ê li vir bin”, “Karkerên madenê ne bi tenê ne” û “Em karker in, mafdar in û em ê bi serbikevin” berz kirin. Her wiha karkeran baretên xwe jî li erdê xistin û xwestin dengê xwe bigihînin rêyedaran. Karkerên Madenê li vir ji bo 301 karkerên madenê yên li navçeya Somayê ya Manîsayê dema li ser kar bûn û di encama hilweşîna kana komirê jiyana xwe ji dest dabûn, deqîqeyekê rêz girtin.
Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak ku ji bo piştgiriya karkerên madenê serdana çalakiyê kir, li vir axivî û diyar kir ku heta karkêr mafên xwe bi dest bixin ew ê çalakiya xwe bidomînin. Endam û nûnerên sendîka, sazî û rêxistinên civakî jî li cihê çalakiyê tê lidarxistin piştgiriya xwe anîn ziman. Serokê Sendikaya UMUT-SENê Başaran Aksu jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heta ew mafê xwe bidest dixin dê çalakiyê bidomînin.
Çalakiya karkeran didome.












