Çalakvanê siyasî û hevalê rojnameger Şêrwan Şêrwanî, Îbrahîm Ebas ragihand ku Şêrwanî di Roja Rojnamegeriya Kurdî de dest bi greva birçîbûnê kir.
Rojnameger Şêrwan Şêrwanî yê ku li Herêma Kurdistanê girtî ye di Roja Rojnamegeriya Kurdî de dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakvanê siyasî û hevalê rojnameger Şêrwan Şêrwanî, Îbrahîm Ebas diyar kir ku rojnameger Şêrwanî ji ber nêzîkatiyên neyasayî yên li wî tên kirin dest bi greva birçîbûnê kir û got; “Ji ber binpêkirinên qanûnê di pênc salên girtina wî de, ji ber hemû nêzîkatiyên neyasayî yên li wî tên kirin de, di 22yê Nîsanê de heval û birayê me rojnameger Şêrwan Şêrwanî di roja Roja Rojnamegeriya Kurdî dest bi greva birçîbûnê kir. Daxwaza Şêrwan Şêrwanî daxwazek fermî û yasayî bû, ku tê de wî destûra rûniştinê, serbestberdana bi merc û mafê veguhestina bo Silêmaniyê xwest, di demekê de ku ev maf ji bo her girtiyekî li Herêma Kurdistanê heye, ji bilî Şêrwan Şêrwanî.”
Îbrahîm Ebas axaftian xwe wiha domand: “Zextên li ser rêveberiya girtîgehê rûtînek çêkiriye, mafên qanûnî yên Şêrwanî wekî mehkûm û girtiyek nayên hesibandin.Îro salvegera 128an a derketina yekem rojnameya Kurdî; Rojnameya Kurdistan e. Rojnameger Şêrwan Şêrwanî ji pênc salan zêdetir di girtîgehê de ye û cezayê wî bi biryarên siyasî hatiye dirêjkirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojnameger Şêrwan Şêrwanî yê ku roja 16yê Sibata 2021an bi tometa têkdana ewlekariya nîştimanî li gel hejmarek rojnamevan û çalakvanan hat girtin û bi şeş sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.













