Şaredarê Eşmeyê yê CHPyî Yilmaz Tozan piştî hate girtin, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hate dûrxistin.
Şaredarê CHPyî yê Eşme ya Ûşakê Yilmaz Tozan ku di çarçoveya lêpirsîneke “îrtiqabê” de hate girtin, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hat dûrxistin. Wezareta Karên Navxweyî bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku Şaredarê navçeya Eşme ya Ûşakê Yilmaz Tozan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.












