Hevşaredarên Sêrtê, Misircê û parlamenterê DEM Partiyê serdana malên ku di lehiyê de zirar dîtibûn kirin.
Ji ber ku îsal zêde baran barî li gelek bajarên Kurdistanê lehiyeke rabû û gelek welatiyan ji baranê gelek zirarên giran dîtin. Ji ber vê yekê jî hevşaredarên Sêrtê, Misircê, Parlamenterê Êlihê M. Ruştu Tîryakî û gelek endamên meclisê yên şaredariyê serdana welatiyên ku di lehiyê mal û gomên wan ên heywanan zirar dîtibûn kirin. Di serdanê de welatiyên ku mexdûr bûne guhdar kirin.















