Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan a 2yemîn ku ji aliyê Miduriyeta Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê ve hatibû organîzekirin, bi lîstina maçên fînalê bi dawî bû û madalya û diyarî hatin dayîn.
Tûrnûvaya Volebolê ya Jinan a 2yemîn bi tevlibûna 21 tîman û bi armanca bi rêya sporê anîna jinan a cem hev û bi hêza yekitiya sporê xurtkirina hevgirtina jinan hatibû lidarxistin. Tûrnûvaya ku bi maça fînalê ya di navbera Peyas Jin û Komûna Spora Azad de hate lidarxistin bi dawî bû. Di maçê de Komuna Spora Azad bi ser ket û bû şampiyon. Ji bo tîma bûye şampiyon merasîma xelatdayînê hate lidarxistin.
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek û gelek kes tev li merasîmê bûn. Hevşaredar Cengîz Dundar û beşdaran şampiyona tûrnûvayê Komîna Spora Azad pîroz kirin û kûpa, madalya û diyariyên tîmên serkeftî dan wan. Merasîm bi wênekişandina bi komî bi dawî bû.














