Şagirtên Zarokistanan serdana Qonaxa Cemîl Paşa û Mala Dengbêjan kir û bi eleqeyeke mezin li qadên dîrokî geriyan û guh dan kilamên ku ji aliyê dengbêjan ve hatin gotin.
Şagirtên Zarokistanên Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Xalxalok û Perperikê, ku di bin gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerdehiya pirzimanî dibînin, serdana Qonaxa Cemîl Paşa û Mala Dengbêjan kirin.
Eleqeyeke mezin nîşan dan
Zarokên biçûk bi eleqeyeke mezin li qadên dîrokî geriyan û guh dan kilamên ku ji aliyê dengbêjan ve hatin gotin. Zarokan di gera xwe de dewlemendiya mîrateya dîrokî û kevneşopiya dengbêjiyê naskirin. Di vê serdanê de hem kêf kirin û hem jî zimanê Kurdî yê ku fêr dibin xurtir kirin. Meraq û kelecana zarokan di seranserê serdanê de diyar bû ku bi mekanên dîrokî, çîrok û stranên dengbêjan re pirek di navbera rabirdû û niha ya zarokên biçûk de ava kir. Hat diyar kirin ku ev bername ji bo veguhestina nirxên dîrokî û çandî, bo nifşên nû xwedî girîngiyeke mezin e û hat destnîşan kirin ku perwerdehî ne tenê bi hawîrdora polên dibistanan ve sînordar e.
Berpirsiyaran da zanîn ku gerên li cihên dîrokî û çandî yên bi vî rengî ji bo pêşxistina ziman û hesta nasnameyê ya zarokan roleke girîng dilîzin û hem ji bo parastina mîrasa dîrokî, çandî û hem jî ji bo xurtkirina pêwendiya zarokan bi şûnwar û zimanê dayikê re, bi mînakeke giranbiha ye.
Di dawiyê de, xwendekarên biçûk li mala dengbêjan stranên zarokan bi dengbêjan re strandin û piştî stranan jî bi dengbêjan re wêneyekî bîranînê kişandin.





















