• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Jinûveavakirinê diyarî berxwedêrên Tişrînê kirin

25 ÇILE 2025 - 23:32
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
‘’Konferansa Jinûveavakirinê’’ ya ji aliyê YJK-Eyê ve hatî lidarxistin, diyarî berxwedêrên Bendava Tişrînê kirin.

Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) li bajarê Gelsenkircen ê Elmayayê ‘Konferansa Jinûveavakirinê’ li dar xist.  Konferans li eywana civînê ya Komeleya Çandî ya Elewî û Bektaşiyan hate lidarxistin û 170 nûner beşdarî konferansê bûn. Li eywana konferansê pankarta ‘’Azadî Bi Xwebûn û Avakirinê re Misoger Dibe!” vekirin.

Konferansê bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û aktîvîst Sûltan Ogerê têkildarî xebatên jinên Kurd ên li Elmanyayê û pirsgirên avakirinê pêşkêşiyek kir.

Sûltan Ogerê diyar kir ku li hemberî geşedanên li Kurdistanê erka wan e ku li vir li ser piyan bin û wiha got: “Lê belê çareserkirina pirsgirêkên civaka li vir jî di nava berpirsiyariyên me de ye. Di nava xebatên me de helwesteke navendî serdest e û ev yek jî rê li ber kêmasiyan vedike. Divê em girêdayî paradîgmaya xwe xwecihiyê esas bigirin û qadan birêxistin bikin û xwe bigihînin zêdetir jinan. Şaş e ku em xebatên xwe li ser navendîbûnê bi rê ve bibin. Di qada jinan de û bi taybetî jî di perwerdeyê de pirsgirêkên cidî hene. Li şûna ku em pirsgirêkan eşkere bikin û tedbîrên hewce bigirin, piştî ku pirsgirêk rû didin em li çareseriyan digerin. Dîrokeke me ya 50 salî û gelek afirînerên me hene. Lê belê pirsgirêka me ya bingehîn ew e ku em di pirsgirên heyî de zêde kûr nabin. Felsefeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ ji hemû cîhanê re bûye mînak û lê belê di mijara pêkanîna vê felsefeyê de kêmasiyên me hene. Em dikarin nêzîkatiyên serkî derbas bibin û têkoşîna xwe xurttir bikin.’’

Divê em pergala xwe ya xwecihî ava bikin

Rojnamevan Songul Omurcanê jî di pêşkêşiya xwe ya têkildarî ‘Çareseriya pirsgirêkên avakirinê’’ bal kişand ser van xalan: ‘’Pêkanîna şoreşê û başnirxandina pêvajoyê şert e lê belê divê were em li ser wateyên têgehên ku em bi kar tînin û pêkanînan wan bifikirin. Parvekirin û dilsoziya ji bo rêgezên berpirsiyariyê bihêzbûnê hewce dike, lê belê di vê mijarê de kêmasiyên me hene. Di rehên me de komunalîzm û parvekirin hene. Divê em vê yekê ji nû ve pêk bînin û wate û pratîka wê kûrtir bikin. Pirsgirêk û çareserî di nava hevûdu de ne, divê em girêdayî pirsgirêkê li çareseriyê bigerin.  Ger em pergala xwe li ser komunan ava bikin,wê demê divê em rast fêm bikin ku komun çi ne û tên çi wateyê. Weke ku Rêbertî jî anî ziman, divê em komun ji xwecihiyê ber bi navnedê ve rasterast girêdayî demokrasiyê bên avakirin. Di qadên weke dipomasiya çandî de  avakirina meclîsên komunan hewcehiyeke mezin e. Kêmasiya komunan pirsgirêkeke cidî ye.’’

Omurcanê diyar kir ku pirsgirêkên di warên perwerde û akademiyê de li pêşiya veguherînê asteng in û ev yek anîn ziman: ‘’Divê êdî em ne piştevanên şoreşê rasterast pêşengên şoreşê bin. Lê belê di warên perwerde û xwepêşxistinê de kêmasiyên me hene. Hewce ye em pirsgirêkên xwebaweriyê çareser bikin û xwe perwerde bikin û îradeya xwe nîşan bidin.’’

Piştî pêşkêşiyan beşa pirs û bersivan hate lidarxistin û piştre jî jin têkildarî pirsgirêkên  jinûveavakirinê  axivîn, pêşniyar û rexneyên xwe anîn ziman.

Piştre jî têkildarî şoreşa jinan ya li Rojava û têkoşîna jinan ya bi Tevgera Azadiya Kurdistanê pêşketî sînevîzyonek hate nîşandan. Piştre Endama Kongra Starê Jiyan Hisên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bû û axaftinek kir.

Rûniştina duyemîn a konferansê bi atolyeyên xebatên jinan berdewam kir.

Li ser 32 xalan biyar girtin

Girêdayî pêşniyar û tespîtên ku di encama nîqaşên xebatên atolyeyê de derketine holê, danezaneke ku ji 32 xalan pêk tê hate amadekirin. Biryarên Konferansa Jinûveavakirinê bi vî rengî ne:

*Jinûvenirxandin û birêxistinkirina înîsiyatîf, komun û meclîsan

*Ji bo avakirina komunên qadan avakirina meclîsên bajaran ên ji nûnerên komunan

* Di kongreyan de xwegihandina hemû jinên li vî bajarî, girêdayî hewcedariyên jinan standina biryaran û pêşxistina projeyan

* Komun girêdayî potansiyel û hewcedariyên xwe xwe birêxistin dikin. Bo nimûne, ger komunek di 3 waran de hewcedar be dê xwe li gorî wê birêxistin bike (birêxistinbûna hewce, çand, perwerde, têkiliyên derve, civakî, kooperatîf, ekolojî, heq û edalet û hwd. Ev dikarin li gorî pêdiviyan werin zêdekirin.)

* Piştî meha Îlonê wê kongreyên meclîsan heya meha Kanûnê werin lidarxistin

*Meclîs û komun wê du salan carekê kongreyên xwe li dar bixin û salê carekê jî civînên giştî li dar bixin

*Girêdayî eyalatan dê têkiliyên derve,  berdevkên perwerdeyê û komîte werin avakirin

*Dê hemû komun û meclîs li gorî xwe plansaziya xwe ya salane ava bikin û pêşkêşî YJK-E’yê bikin

*Divê komele veguherin navendên cazib. Bi taybetî jî divê hemû komele xîtabî jin, ciwan û zarokan bikin û divê li gorî vê yekê dîzayn û sererastkirin werin kirin.

*Ji bo birêxistinbûna jinên ciwan di vê di komunên jinan, inîsiyatîf û meclisan de cih bidin birêxistinbûnan jinên ciwan û xebatên zêde werin kirin

* Divê li hemû qadên komun, meclîs û înîsiyafên me girêdayî derfetan bi bingeheke Kurdistanî werin avakirin

* Pêşxistina xebat platforman ya li gel jinên ji gel û baweriyên cuda. Divê komun, meclîs û înîsiyatîf vê yekê esas bigirin û li qadên xwe vê yekê bi hêz bikin

* Divê li qadên xwecihî nûnertiya çapemeniyê ya jinan bê avakirin

* Divê di hemû civînan de xebatên avakirinê weke rojeveke taybet bê nirxandin

*Divê di meclîsan de helwesteke tevahî bê avakirin

*Girêdayî biryar û planên konferansê divê hemû qad xebatên avakirinê bidin destpêkirin

Têkildarî qada civakî:

*Ji bo alikariya burokratîk û hiqûqî ya ji kesên koçî Ewropayê dikin re divê girêdayî meclîsan komîsyonên şêwirmendiyê werin avakirin

* Girêdayî qadên civakî divê li herêmên xwecihî proje bên pêşxistin û komîsyon werin birêxistinkirin

*Ji bo komîsyonên civakî divê rêxistinbûnên pîşeyî werin kirin (bo nimûne parêzer, bijîşk, pedagog hwd.)

Têkildarî xebatên perwerdehiyê:

*Divê di hemû komun, meclîs û înîsiyatîfan de bi awayekî perîyodîk perwerde werin dayîn (perwerdeyên têkildarî tenduristî, hiqûq, psîkolojîk, têkiliyên dayik- zarokan, pedagog û hwd)

*Divê li qadên herêmî perwerdeyên zimanê dayikê werin birêxistinkirin

* Ji bo pêşketina hişmendiya welatparêziyê divê kampên dayik û zarokan zêdetir werin lidarxistin û kampên heyî werin bihêzkirin

* Divê perwerdeyên têkildarî mêran werin zêdetirkirin

* Divê li gel malbatên hevalên me yên dixebitin perwerdeyên têkildarî jiyana wekhev werin dayîn

*Divêli gel komun, meclîsên girêdayî YJK-E’yê, berdevkên înîsiyatîfan, federasyon û hevserokan salê du caran perwerdeyên hevpar werin dayîn

* Divê li hemû qadan salê carekê kampên jin û zarokan werin lidarxistin

*Divê xebatên weke panel û semîneran werin lidarxistin

*Têkildarî jinên ciwan divê aktîvîteyên civakî û sportîf werin lidarxistin

* Divê têkildarî pirsgirkên koçberiyê yên malbatî, nasnameyî û çandî komxebat werin lidarxistin

Têkildarî xebatên têkiliyên derve:

* Divê li cihên ku lê xebatên têkiliyên derve hene, werin bihêzkirin, li cihên ku lê tune ne jî komîsyon werin avakirin û di xebatan de sazîbûn û ekîpbûn were esasgirtin

*Divê têkildarî mijarên cuda rêxistinên jinan ên cuda, sazî û platformên li gel derdorên cuda werin avakirin (Li dijî şerî, li dijî mîlîtarîzmê, ekolojîk, komên penaberan hwd)

*Divê girêdayî diplomasiya gelan têkildarî avakirina torên jinên dost xebatên berfirehtir werin kirin

* Têkildarî xebatên dîplomasiyê divê li eyalet û qadan perwerde werin dayîn

Piştî ku danezana biryarê hate xwendin ji bo erêkirinê ji delegeyan re hate pêşkêşkirin.  Girêdayî hilbijartinê 32 xal hatin erêkirin.  Qebûlbûna danezanê bi tîlîlî û dirûşmeyên jinan bo coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Kongereya Avakirinê ji Berxwedana Tişrînê hate diyarîkirin

Di dawiya konferansê de Berdevka Serdemî ya YJK-E’yê Kezîban Dogan têkildarî berxwedana li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek da. Kezîban Dogan da zanîn ku birêxistinbûna jinan tê wateya avakirina jiyaneke nû û got: ‘’Dilê Kurdistanê li gel wan berxwedêran e. Îro hemû Kurdistan bi berxwedana Tişrînê serbilind e û li rex wan e.  Em vê konferansê di şexsê hevrê Menîce de dîyarî hemû berxwedêram dikin.  Ev, têkoşîna Kurdistanê ye; ruhê berxwedana Kobanê îro li Tişrînê ji nû ve zindî bûye. Û ev ruh wê tu caran nemire û tim li ber xwe bide.’’

Jinan bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana Tişrînê’’ û bi çepik û tîlîyan daxuyaniya xwe bi dawî kirin.

Piştre jî Koma Hunera Mizgîn derket ser dikê û konferans bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê Kendava Hurmuzê girt

Îranê Kendava Hurmuzê girt

3 ADAR 2026
Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 52 kes jiyana xwe ji dest dan

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 52 kes jiyana xwe ji dest dan

3 ADAR 2026
Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

2 ADAR 2026
Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

2 ADAR 2026
Li  Sêrtê jin bênavber mal bi mal xebatên 8ê Adarê dikin

Li  Sêrtê jin bênavber mal bi mal xebatên 8ê Adarê dikin

2 ADAR 2026
Îsraîlê 4 caran Bêrûdê bombebaran kir

Îsraîlê 4 caran Bêrûdê bombebaran kir

2 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Ji bo entegrasyona demokratîk girîngiya ‘qanûnên azadiyê’ û ‘hiqûqa tavahî’ – 6

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê êrişên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Yekîtiya jinan dê yekîtiya neteweyî ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (81)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne