SHORê ragihand hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di serdegirtinên malan ên di meha nîsanê de gelek ciwan ku piraniya wan Kurd in girtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku saziyên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di serdegirtinên malan de gelek ciwan bêyî tu tohmetên qanûnî yên zelal yan jî derxistina kaxizên dozgeriyê yên fermî girtin.
SOHRê destnîşan kir ku ji destpêka Nîsanê ve bîlançoya girtin ciwanan derketiye 49 kesan. Ev ciwan bi serdegirtina malan an jî li ser bendên kontrolê yên li nava bajar û bajarokan hatine girtin.
Çavkaniyên ji SOHRê re ragihandin ku piranî girtî ciwanên Kurd in, ber bi navendên girtinê yên nediyar ve hatine birin. Vê yekê li gel malbatan metirsiyên zêde der barê aqûbeta wan de çêkirin.













