• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Qeyim û qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate binçavkirin

    Qeyim û qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate binçavkirin

    Ji Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û KNKê peyamên tevkujiya Ermeniyan

    Ji Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û KNKê peyamên tevkujiya Ermeniyan

    Dadgehan ceza li rojnamegeran barand

    Dadgehan ceza li rojnamegeran barand

    Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 24ê NÎSANA 2026an

    Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

    Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Qeyim û qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate binçavkirin

    Qeyim û qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate binçavkirin

    Ji Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û KNKê peyamên tevkujiya Ermeniyan

    Ji Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û KNKê peyamên tevkujiya Ermeniyan

    Dadgehan ceza li rojnamegeran barand

    Dadgehan ceza li rojnamegeran barand

    Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 24ê NÎSANA 2026an

    Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

    Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Yenî Yaşamê manşeta Aqilê Kurdan: Hişmendiya dagirker parçe bû

Navenda Nûçeyan / AW

24 NÎSAN 2026 - 08:55
Kategorî: ANALÎZ, MANŞET
A A
Nivîskar Şînasî Atabey, di gotara xwe ya nû de ku di rojnameya Yeni Yaşamê de bi manşeta “Erkên ku dikevin ser milê Aqilê Kurdan” hat weşandin de, qonaxa siyaseta kurd û civaka Kurd gihîştiyê bi hûrgilî nirxand. Atabey di nivîsa xwe ya berfireh de bal kişand ser avabûna hişmendî û aqilê Kurdan, pêwîstiya jiyana komînal û tifaqa dîrokî ya Kurd û Tirkan.

Li gorî gotara Atabey, civaka Kurd di pêvajoyeke veguherînê ya dîrokî re derbas dibe ku piştî Medan di dîrokê de yekem car e qonaxeke ewqas girîng tê jiyîn. Hûrgiliyên nirxandinên Şînasî Atabey yên di rojnameya Yeni Yaşamê de wiha ne: “Atabey di destpêka nivîsa xwe de destnîşan kir ku demên zor û zehmet rastiyan derdixin holê û ev rastî bi felsefe, îdeolojî û polîtîkayê pêk tên. Nivîskar anî ziman ku ‘aqilekî Kurd’ ava bûye û ev aqil, teralî û bêhişiya ku aqilên biyanî afirandibûn, ji holê radike. Aqilên biyanî yên ku hiş dagir kiribûn, hatin parçekirin. Ji aliyê aqilê Kurdan ve geşedanên gelek şoreşgerî derketin holê.”

Mîlada Kurdan û xeteriyên îhtîmala paşketinê

Di berdewamiya gotarê de, nivîskar bal kişand ser bandorên dagirkeriya zihnî yên ku hîn jî didomin û bilêv kir ku civak rastî endezyariyeke civakî ya tirsnak hatiye. Lê tevî vê yekê jî pêvajoyeke veguherînê ya cidî dest pê kiriye. Atabey ev pêvajo wekî ‘Mîlada Kurdan’ pênase kir û ev hişyarî da: “Heke ev qonax bi her awayî daxwazên xwe pêk neyne, dikare bibe sedema xetereyên mezintir û paşketinê. Pêwîst e aqilê Kurdan bi berpirsiyariyeke kûr bê civakîkirin û înşaya alternatîf pêk were.”

Ger kolektîf bibe tu hêz nikare li pêşiya aqilê Kurdan bisekine

Nivîskar, bêberpirsiyarî û ‘kesayeta têkçûyî’ ya di nava civakê de rexne kir û diyar kir ku heke xebateke kolektîf hebe, li pêşiya aqilê Kurdan yê ku hatiye afirandin tu astengî nikare bisekine. Atabey ev prensîba exlaqî derxist pêş: “Ya ku Kurdê têkçûyî, ketî û ji xwe reviyayî jiyaye, ez ê qet nejîm û nadim jiyandin!”

Nûjenkirina ruhê komînal û xencera di piştê re

Atabey diyar dike ku kapîtalîzm ne serdestê her tiştî ye û Kurd xwedî ruhekî komînal ê xurt in. Ji bo nûjenkirina vê kevneşopiyê bi paradîgmaya modernîteya demokratîk, Atabey destnîşan kir ku divê pêşî “xencera di piştê re” bê dîtin. Atabey ev xencer wekî asîmîlasyona dilxwazî, reva ji ziman, çand û xaka xwe pênase kir û bi gotineke Bûda bal kişand ser mijarê û wiha got: “Bêyî ku xencera di piştê re bê derxistin, divê mirov bi tiştek din re mijûl nebe. Tişta esasî derxistina xencerê ye.”

Pêwistiya afirîneriya polîtîk

Di nûçeyê de mijareke din a ku Atabey bi xurtî li ser disekine, yekitiya ‘gotin û jiyanê’ ye. Nivîskar diyar kir ku bêyî pratîkê nirxê gotinê nîne û pêwîstiya civakê îro bi ‘ruhê salên heftêyan’ heye. Derbarê polîtîkayê de jî, Atabey dîrok wekî ji sedî 98 dubarebûn û sedî 2 afirînerî nirxand. Wî anî ziman ku ji bo Kurdan polîtîka, li qiraxa latê meşîn e û ji bo mirov nekeve xwarê pêwîstî bi hostetî, pêşbînî û afirîneriya polîtîk heye.

‘Kurd êdî bûne kiryar: Dikarin biryara xwe bidin

Yek ji tespîtên herî girîng ên gotarê ew e ku Kurd li Rojhilata Navîn êdî bûne ‘kirde’ û dikarin biryarên xwe bi vîneke azad bidin. Atabey diyar kir ku Kurd êdî ferzkirinên derve û girêdayîbûna bi kesên din re qebûl nakin û entegrasyona demokratîk jî formûlasyona vê tercîha azad e.

Tifaqa Tirk û Kurdan û pêwistiya nûjenkirinê

Atabey li ser jiyana hevpar a hezar salî ya Kurd û Tirkan sekinî û diyar kir ku divê ev yekîtî di şert û mercên îroyîn de ji nû ve bê birêxistinkirin. Bi bibîrxistina damezrandina eyaleta Kurdistanê ya bi navenda Hemedanê ji aliyê Siltanê Selçûqiyan Sencer ve, nivîskar destnîşan kir ku mayîndebûna Tirkan a li Rojhilata Navîn bi tifaqa bi Kurdan re girêdayî ye. Atabey wiha nivîsand: “Sedsal e çareseriya pirsgirêka ku jê re dibêjin ‘beka’, tenê bi nûjenkirina tifaqa dîrokî ya Kurd û Tirkan pêkan e. Şerê Kurd û Tirkan dê her du gelan jî tune bike. Kurdên bê Tirk, Tirkên bê Kurd nikarin hebûna xwe biparêzin.”

Rexneya kêmasiya polîtîkayê

Di beşa dawî ya nivîsê de, Atabey kêmasiyên di qada polîtîk de bi zimanekî tund rexne kir. Atabey polîtîka wekî ‘xwîna ku diçe laşê gel û oksîjenê’ pênase kir û destnîşan kir ku ji ber hişên dagirkirî, gelek kes nikarin bibin mirovên polîtîk ên rastîn.

‘Polîtîka afirandin e’

Atabey rexne li hişmendiya daxwazker û li bendê mayînê kir û ev tişt nivîsandin: “Mirov mîna çûkên ku devê xwe vekirine, her tim tiştekî dixwazin. Lê polîtîka afirandin e. Hişmendiya desthilatdarî-dewletparêziyê hîn jî serdest e û li bendê ne ku kesek mafekî bide wan.

Bi Tirkan re avakirina sentezek nû

Dinyayeke wisa tune ye.” Nivîskar Şînasî Atabey gotara xwe ya di Yeni Yaşamê de bi van gotinan bi encam kir: “Kêmasî hene lê aqilê polîtîk ê Kurdan bi qêrîn û hewar tê avakirin. Ev avakirin bi Tirk re tê kirin. Armanc, bi hevparkirina aqilê dewleta Tirk û aqilê polîtîk ê Kurdan re, afirandina sentezeke nû ye.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Etîket: Aqilê KurdanKurdistanMED-Şînasî AtabeytifaqTirk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çînê ji welatiyên xwe xwest demildest ji Îranê veqetin

Çînê ji welatiyên xwe xwest demildest ji Îranê veqetin

24 NÎSAN 2026
Êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê ranawestin

Êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê ranawestin

22 NÎSAN 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Raywanîya heqîqetî’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Raywanîya heqîqetî’ derket

20 NÎSAN 2026
Rejîma Îranê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê girtin ser xwe

Rejîma Îranê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê girtin ser xwe

19 NÎSAN 2026
Atletê Kurd Arslan di Maratona Bonnê de bû yekemîn

Atletê Kurd Arslan di Maratona Bonnê de bû yekemîn

19 NÎSAN 2026
YNK: ENKS dubendiyê dixe nava parçeyên Kurdistanê

YNK: ENKS dubendiyê dixe nava parçeyên Kurdistanê

18 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelata Festîvala Gîtara Klasîk a Sarajevoyê dan muzîkjenê Kurd

    Xelata Festîvala Gîtara Klasîk a Sarajevoyê dan muzîkjenê Kurd

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dengbêj Kazo: Xwîn, jiyan û dengê xwe ez ê bidim gelê xwe HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî bi promiyera lîstika ‘Moraşîn’ berdewam kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Strana Zîlan bi dengê ciwanan li ser medyaya dîjîtal deng veda

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Agiriyê ji erdhej û lehiyê malên gelek welatiyan zirar dît

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Yenî Yaşamê manşeta Aqilê Kurdan: Hişmendiya dagirker parçe bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya karkerên madenê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Alî Koç ê piştî 34 salan hatiye berdan: Azadiya Rêbertiyê erka me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (838)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne