Wan – Li bajarê Wanê bihayê heqê rê hat zêdekirin. Welatiyan nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew êdî nikarin ji malê derbikevin.
Li Wanê krîza aborî her ku diçe dijwart dibe û xwe nîşan dide. Ji ber şerê li Îranê jî roj bi roj bihayê tiştan zêde dibe. Vê carê jî heqê rê ya nav bajêr hat bihakirin û hinceta zemê jî bihabûna mazotê ye. Komîsyona Koordînasyona Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (UKOME) di civîna xwe ya dawî de biryara ji sedî 25 zêdekirina heqê rê da. Li gorî lîsteya nû ya ku bi dolmîşan ve hat daliqandin, bihayê ku berê 25 lîre bû, derket 33 lîreyî.
Xwendekaran jî heta niha 15 lîre didan, lê bi zema nû re ew dê di nava bajêr de 20 lîre, ji nava bajêr heta zanîngehê jî 25 lîreyan bidin. Her wiha heqê biharkirina rêya navçeyan jî bi heman rêjeyê hat zêdekirin.
Welatî nerazî ne
Welatiyên ku ji vê rewşê nerazîne, diyar kirin ku bi zêdebûna bihayên wesayitan re jiyana rojane gelek dijwar bûye. Welatiyan anî ziman ku bihayê mazotê rasterast bandorê li çûnehata nav bajêr dike û gotin: “Rewşa xebatkarên ku her roj ji bo kar dolmîşan bi kar tînin û xwendekarên ku her roj diçin dibistanan nebaş e. Li gorî şert û mercên jiyana me ev zem zêde ye. Gelek caran ji bo xwarinê pereyê xwendekaran namîne. Her wiha gelek kes jî rojê sê çar caran diçin nexweşxaneyê û ev zema nû barê wan jî giran dike. Em êdî nikarin ji malê derkevin.”

















