• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    Qurbaniyên Komkujiya 1ê Gulana 1977an hatin bibîranîn

    Qurbaniyên Komkujiya 1ê Gulana 1977an hatin bibîranîn

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

28 NÎSAN 2026 - 14:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî zêdebûna kuştina jinan û polîtîkayên necezakirinê meşiyan. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê ji wan kesên ku daraz veguherandine amûrek qesrê û desthilatdariyê hesab bipirsin.

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi armanca nerazîbûn nîşanî kuştina Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz, Rojîn Kabaîş û Narîn Guran û gelek jinên di demên dawî de tên kuştin, bidin li ber Fakulteya Fenê ya zanîngehê kom bûn û bi pankarta “Jin jiyan e, jiyanê nekuje” heta Fakulteya Perwerdehiyê meş li dar xist. Xwendekaran di meşê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Biji berxwedana jinan”, “Mêr dikuje, dewlet diparêze” û “Jinên ciwan dimeşin, erd û ezman dihejin” berz kirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin.

‘Delîl tên tepeserkirin û berpirsiyar tên parastin.’

Arjîn Ceylan a li ser navê xwendekaran axivî, bal kişand ser krîza edaletê û polîtîkayên ku kujeran diparêzin û wiha got: “Îro em li vir ne tenê ji bo meşekê, ji bo derxistina holê ya rastiyê kom bûne. Jin tên windakirin, qetilkirin, zarok nayên parastin, ciwan ji jiyanê tên veqetandin. Pişt re dosya tên girtin, delîl tên tepeserkirin û berpirsiyar tên parastin. Ji ber ku ev pergal ne bi eşkerekirina rastiyê, lê bi veşartina wê pêş dikeve. Dozên çaresernekirî yên wekî Gulistan, Îpek, Narîn, Rojwelat û Rojînê ne encama tesadufê ye; ev doz berhema zîhniyeta dewleta serdest a mêran û polîtîkayeke necezakirinê ye.”

‘Em ê hesab bipirsin’

Arjîn Ceylan destnîşan kir ku dewlet li şûna ku rastiyê derxîne holê, li pêşiya edaletê dibe asteng û ev yek anî ziman: “Çaresernekirina bi salan a doza Gulîstan Dokû nîşan dide ku ev hêz, li şûna ku rastiyê eşkere bike, bûye siya li ser wê. Di vê rewşê de, hemû berpirsiyarên wê demê, ji walî bigire heta polîsan, ji rektor bigire heta rêveberên saziyan, hemû karmendên giştî berpirsiyar in. Em ê ji wan kesên ku daraz veguherandine amûrek qesrê û desthilatdariyê hesab bipirsin.”

Piştî xwendina metna daxuyaniyê, çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Etîket: Gulîstan DokuNarin GuranRojîn KabaîşRojwelat KizmazXwendekarên Zanîngeha Dîcleyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

27 NÎSAN 2026
Malbata Rojwelat Kizmaz ji bo lêkolîneke bi bandor serî li dozgeriyê da

Malbata Rojwelat Kizmaz ji bo lêkolîneke bi bandor serî li dozgeriyê da

27 NÎSAN 2026
Di lêpirsîna Gulistan Doku de 2 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de 2 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin

27 NÎSAN 2026
Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

23 NÎSAN 2026
Waliyê Dêrsîmê yê berê Tûncay Sonel hat girtin

Waliyê Dêrsîmê yê berê Tûncay Sonel hat girtin

21 NÎSAN 2026
Bakirhan: Em ne bêçare ne em ê vê rewşê biguherînin

Bakirhan: Em ne bêçare ne em ê vê rewşê biguherînin

21 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkerê Veguherîna Bermahiyan: Bila pergal bizane ku em hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi berxwedana karkeran ber bi 1ê Gulanê ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (985)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne