11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, di roja xwe ya 7emîn de bi semînera “Di şanoya kurdî de avakirina hebûnê: Mîrateya çandî” berdewam kir. Di semînerê de hat destnîşankirin ku şano ji bo gelên hatine tepisandin ne tenê huner e, di heman demê de taktîka ji nû ve hebûnê ye.
11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê birêvebirin, di roja xwe ya 7emîn de mazûvantiya paneleke girîng kir. Di panelê de têkiliya huner, nasname û parastina çandê hat nîqaşkirin. Derhêner û lîstikvan Berfîn Zenderlîoglu û şanoger Keval Sitgî wekî axivger cihê xwe di semînerê de girtin.
Derhêner Berfîn Zenderlîoglu bal kişand ser rola şanoyê ya di dîroka gelên bindest de û wiha got: “Ji bo civakên ku di dîrokê de hatine tepisandin an jî hatine nedîtîkirin, şano ne tenê îfadeyeke estetîk e; di heman demê de taktîka ji nû ve hebûna xwe, avakirina xwe û bibîranînê ye.”
‘Azadî pêdiviyeke sereke ya jiyanê ye’
Şanoger Keval Sitgî jî di axaftina xwe de bal kişand ser wateya azadiyê ya di dema şer û qeyranan de û wiha pê de çû: “Di debarên qeyran û şer de, azadî wateyek gelek cuda bi xwe ve digire. Li vir azadî ne tenê babetekî siyasî ye, belku pirseka man û nemana keremeta mirovatiyê ye. Azadî ji biçûktirîn tiştan dest pê dike: mafê nivistinê bêtirs, hinartina zarokan bo qutabxanê û xatirxwestinek bêtirs ji dîtinek dubare.”
‘Şano bîra civakî zindî dihêle’
Keval Sitgî di berdewamiya axaftina xwe de mînakên ji edebiyata cîhanî yên wekî Antîgone û Dayika Azîz da û destnîşan kir ku şano bi rêya van karakteran bîra civakî zindî dihêle. Sitgî anî ziman ku di erdnîgariya wan de şano parastina mîrateya çandî û avakirina qadeke bêhnstendinê ye.
Semîner piştî nîqaş û pirsên beşdaran bi dawî bû.














