Rêxistina AKPê ya navçeya Şemzinan a Colemêrgê ya bi sedema angaştên gendeliyê yên ku tê gotin bi rêya ÎŞKURê hatine kirin, hat feshkirin.
Rêxistina AKPê ya navçeya Şemzinan a Colemêrgê bi sedema angaştên gendeliyê yên ku tê gotin bi rêya Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) hatine kirin, hat feshkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di lêkolînên ji aliyê Koordînatoriya Navenda Giştî ya AKPê ve hatine kirin de, rêxistina navçeyê ya ku serokê navçeyê Salih Înan jî di nav de bû, hat feshkirin. Li gorî nûçeyên malperên herêmî ku dispêrin hin çavkaniyên nav AKPê, sedema feshkirinê wekî gendelî û angaştên bertîlê yên di wergirtina personelên ÎŞKURê de hat daxuyandin.
Beriya niha jî rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê der barê gendeliyên di peşka ÎŞKURê de hatine kirin daxuyaniyek dabû çapemeniyê û mijar anîbû rojevê.













