Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Amedê tê lidarxistin. Endama Desteya Navendî ya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê Gulistan Atasoy destnîşan kir ku dê rêxistinkirinên komunan bi hev re ava bikin û di belavkirina paradîgmayê de bi rola pêşeng rabin.
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Amedê, bi dirûşma “Em bi vîna jinê komunal dibin, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad dihûnin” li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin. Hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan beşdarî konferansê bûn. Di konferansa ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, Endama Desteya Navendî ya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê Gulistan Atasoy axivî.
‘Li dijî vîna jinan êrişeke dijwar heye’
Gulistan Atasoy da zanîn ku bi konferansê avakirina jiyana komunal tê armanckirin û wiha got: “Em hevalên xwe yên ku heta îro di têkoşîna rêveberiyên xwecihî de jiyana xwe ji dest dane, yên ku li zindanan û li sirgûnê têdikoşin bi bîr tînin. Em ê paşerojeke azad bi hev re ava bikin. Ji hilbijartinên 31ê Adarê û vir ve, me pêvajoyeke girîng li pey xwe hişt. Yek ji qadên têkoşîna azadîxwaziya jinê jî rêveberiyên xwecihî ne. Em bi vê berpirsyariyê xebatên xwe didomînin. Vîna jinan nîşan da ku di 31ê Adarê de çiqas xurt e. Li dijî vîna jinan êrîşeke dijwar heye. Lê belê jin li hemberî vê yekê rêxistinbûyîna xwe xurtir dikin û radiwestin.”
‘Em ê rêxistinbûyînên komunan bi hev re ava bikin’
Gulistan Atasoy diyar kir ku wan li ser bingeha rexne û xwerexnekirinê xebatek meşandiye û wiha pê de çû: “Hevdîtina bi paradîgmayê re çiqas mezin bibe, em ê ewqas xurtir bibin. Heke em ji paradîgmayê dûr bikevin, em ê bibin pêlîstoka sîstema kapîtalîst. Pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di vê konferansê de jî hate nirxandin û girîngiya wê hate destnîşankirin. Meşandina xebatan bi feraseta komunê û jiyankirina wê, bû rojeva konferansa me. Em ê rêxistinbûyînên komunan bi hev re ava bikin û di belavkirina paradîgmayê de bi rola pêşengiyê rabin. Em ê ji konferansê xurttir derkevin û giraniyê bidin ser xebatên jinan. Weke jinan, em ê bi aqilê kolektîf rêxistinbûyîna xwe bigihînin serkeftinê.”
Piştî axaftina destpêkê Konferansa Jinan ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Konferansa dê sibê bi konferansa giştî bidome.













