Li Wanê bi hezaran kedkar û karker bi daxwaza “Ked, edalet, wekhevî, aştî û demokrasiyê” meşiyan.
Mintînga 1ê Gulanê ku bi pêşengiya sazî û dezgehên kedê yên li Wanê bi piştgiriya partiyên siyasî û saziyên demokratîk tê lidarxistin, bi tevlibûna hezaran karker û kedkar dest pê kir. Girse, ewilî li ber Nexweşxaneya Hayatê kom bû û li vir heta Qada Bajêr a li navçeya Rêya Armûşê ku mitîng lê tê lidarxistin, meşiyan. Di meşê de tevî komeleyên rojnamegeran ên DFG û MKGê sendîka û partiyên siyasî jî bi kortejên xwe cih girtin. Tevî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz, bi hezaran karker, kedkar û welatî jî tev li meşa 1ê Gulanê bûn.

Di meşê de hemû sendîka û sazî bi pankartên xwe yên li ser “Bijî 1ê Gulanê” dinivîsî cih girtin û dirûşmên “Ji Nazim heta Cîhan Çapemeniya Azad li vir e”, “Bijî 1 Gulan”, “Bijî berxwedana karkeran” û hwd. berz kirin. Her wiha ciwanên Komeleya Xwendekarên Komun a Zanîngeha Yuzuncu Yilê (KODER) jî pankarta “Îro çerxa şoreşê bi komînan dimeşe, bijî 1ê Gulanê” vekirin û meşiyan.
Wê di mitîngê de Tulay Hatimogûllari û Ahmet Karagoz biaxivin û wê Koma Aryen, Barody û Babetna derbikevin ser dikê.

















