Amedspor li deplasmanê bi Igdirsporê re tê hemberî hev. Ev maç ji bo Amedsporê zor girîng e. Amedsporê beriya maçê dîmenek bi Kurdî parve kir û ev dîmen ji aliyê sed hezaran kesan ve tê ecibandin. Amedsporê destnîşan kir ku ev ne tenê maçeke û çîroka bi salan e tê nivîsîn û her gav mezin dibe.
Tîma Amedsporê di hefteya dawî ya Lîga 1emîn a Trendyolê ya TFFê de îro saet di 16:00an de dibe mêvanê Igdirsporê. Ev hefte ji bo çûyîna Lîga Superê ji bo Amedsporê gelek girîng e. Heke ku Amedspor, Igdirsporê têk bibe dê rasterast derbasî Lîga Superê bibe.
‘Di dilê milyonan de yek armanc heye’
Amedsporê beriya maçê dîmenek bi Kurdî parve kir. Di dîmenê ku ji aliyê sed hezaran kesan ve tê ecibandin de wiha hate gotin: “Di dilê milyonan de yek armanc heye. Ev ne tenê maçeke. Ev baweriya miletekî û xisletê tîmekê ye. Roja ku me ev forma li xwe kirî me dizanî ka em ji bo çi dimeşin. Bi hêsanî çênebû dê bi hêsanî çênebe jî. Lê me tu car a hêsan ne hilbijart. Di her fîqê de, di her berxwedanê de em tundtir bûn. Me bêtir pişta hev girt. Ev arma ne tenê logoyeke ev alîgir ne tenê qelebalixeke ev sewt û dengê baweriyê ye. Ev çîroka wan kesên ku dev jê bernadin e. Ev çîroka ku bi salan e tê nivîsîn di her gav û têkoşînê de mezin dibe. Û niha em gihiştin merheleya dawî.”
Bi milyonan kes li benda maçê ye
Di dîmen de lîstikvan, alîgir jî cih digirin û di dawiyê de dirûşmên baweriya bi tîmê tên berzkirin. Ji bo vê maça krîtîk gelek şaredariyên DEM Partiyê ragihandin ku ew ê li eywan, qad û parkên bajêrên xwe ekranên mezin deynin ku hezkirî û alîgirên Amedsporê bikaribin maçê bi hev re temaşe bikin. Her wiha dê li Ewropa û Amerîkayê jî alîgir li gelek cihan maçê temaşe bikin. Çavên bi milyonan kesan dê îro li maça Amedsporê be.













