• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê HEZÎRANA 2026an

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

    Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

Stenbol / AW

2 GULAN 2026 - 13:07
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di çalakiya 1101emîn de li kujerên Mehmet Şerîf Avşar ê ku di 22yê Nîsana 1994an de hatibû binçavkirin û paşê hatibû kuştin pirsîn û hate xwestin kujer û berpirsiyar werin darizandin.

Dayikên Şemiyê ango Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1101emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di hefteya 1101emîn de li kujerên Mehmet Şerîfe Avşar ê ku di 22yê Nîsana 1994an de hatibû binçavkirin û paşê hatibû kuştin hate pirsîn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Dayikên Şemiyê Setenay Yarici ve hate xwendin.

‘Li pêşiya heqîqetê diwar hate honandin’

Setenay Yarici diyar kir ku ev 32 sal in ji bo Mehmet Şerîf edaletê dixwazin û wiha axivî: “Dîroka Tirkiyeyê ya nêz bi binpêkirina mafê mirovan û parastina kiryaran tê zanîn. Tevahî dozên windakirin heta îro bi awayekî baş nehatine birêvebirin. Di dozên ku hatine vekirin de edalet bicih nehat. Li pêşiya heqîqetê dîwar hatiye danîn. Doza Mehmet Şerîf Avşar jî yek ji wan dozan e. Mehmeh Şerîf Avşar 28 saliya xwe de dema li Amedê dijiya, hate windakirin. sLi navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi birayên xwe re dixebitî. Di 22yê Nîsana 1994an de kesên ku kincên sivîl li xe kiribûn, bi hinceta ‘îfadeya wî heye’ xwestin Mehmet Şerîf bibin û bixin binçavan. Birayên Mehmet Şerîf îtîraz kir û nasnameya kesên sivîl xwestin. Paşê çawişê pispor yê endamê JÎTEMê Gultekîn Sutçu hat û nasnameya xwe ya leşkerî nîşan da û ji malbata rê got ‘em ê îfade bigirin û berdin.’ Lê dîsa jî malbat qanih nebû û paşê gef jî li malbatê xwarin. Mehmet Şerîf jî neçar ma ji bo malbata xwe biparêze li gel wan çû. ûLi gorî çavkaniyan koma ku ji 7 kesan pêk tê, Mehmet Şerîf birin Fermandariya Cenderme ya Saraykapiyê ku wekî navenda JÎTEMê dihate nasîn. Malbat demildest Mehmet Şerîf pirsî lê bersiva ‘em binçavkirinê nakin’ girtin lê belê malbatê kesên ku Mehmet Şerîf biribûn li bexçeya fermandariyê dît.”

‘Piştî 32 salan em dîsa dipirsin çima berpirsiyar hatin parastin?’

Setenay Yarici destnîşan kir ku serlêdanên ÎHD, Rêxistina Efûyê ya Navnetewiyê bêencam man û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî 2 hefteyan bedena Mehmet Şerîf Avşar ê ku îşkence lê hatibû kirin li ser rêya Licê hate dîtin. Li gorî biryara dadgehê, ‘Mehmet Şerîf bi wesayîta cendermayan hate binçavkirin û paşê jî hatiye kuştin’. Lê dîsa jî kiryar hatin parastin. Piştî darizandina bi salan, cerdevan Omer Gungor 20 sal ceza wergirt û îtîrafkar Mesût Mehmetoglû û cerdevan Yaşar Gunbati, Azîz Elbey û Zeyat Akçin 6 sal ceza xwarin. Piştî bûyerê bi 14 salan li çawişê pispor Gultekîn Sutçu 30 sal ceza hate birÎn. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di 10ê Tirmeha 2001an de biryar da û got divê Mesût Mehmetoglû û 5 cerdevan jî wekî kujer werin darizandin û berpirsiyar derbikevin holê lê belê ev biryar pêk nehat. Piştî 32 salan em dîsa dipirsin çima berpirsiyar hatin parastin?”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.

Etîket: Mirov-Dayikên Şemiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

16 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

9 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

25 NÎSAN 2026
‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

11 NÎSAN 2026
Dayikên Şemiyê: Heta ku aştî pêk neyê wateya cejnan jî nîn e

Dayikên Şemiyê: Heta ku aştî pêk neyê wateya cejnan jî nîn e

21 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHD: Rasul Kocaturk û Resûl Baltaci demildest berdin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (587)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne