Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Amedspor a ku derket Lîga Super pîroz kir û got: “Em hêvîdar in ku ew ê her tim bi ser keve û nûnertiya Amedê ya herî baş bike.”
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina Amedsporê peyamek li ser hesabê xwe yê medya dijîtal belav kir û got: “Ez bi germî û ji dil Amedsporê pîroz dikim ku ji bo Lîga Super bi ser ket. Ev serkeftin her wiha li hemû piştgir û alîgirên Amedsporê pîroz be. Em hêvîdar in ku ew dê her tim bi ser bikeve û nûnertiya Amedê ya herî baş bike. Her bijîn, her hebin.”













