Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ku piştî civîna kabînê daxuyanî da, li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku civak li bendê bû tiştekî bêje, lê tu tişt negot.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê daxuyanî da. Erdogan diyar kir ku wan batlaneya cejnê weke 9 roj diyar kiriye û li ser gelek mijaran rawestiya. Yek jî mijara girîng ya civînê jî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû. Lê Erdogan li ser pêvajoyê qet tiştek negot. Beriya civîna kabîneyê dihat gotin ku di civînê de mijara pêvajoya qanûnî jî dê bê gotûbêjkirin. Her wiha ji aliyê gelek siyasetmedaran ve jî tê gotin ku di meha Gulanê de li ser pêvajoyê gelek liv û tevger dê hebe. Lê balkeşe ku Erdogan di axaftina xwe de li ser pêvajoyê ranewestiya û li ser pêvajoyê tu tişt negot.













