• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

    DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê GULANA 2026an

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

    DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê GULANA 2026an

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariya Peyasê Navenda Jiyanê ya Jinan vekir

Amed / AW

5 GULAN 2026 - 15:55
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Navenda Jiyanê ya Jinan vekir. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sincar destnîşan kir ku ew ê ji bo jinan li her qadê navendên jiyanê biafirinîn.

Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê li Taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyas a Amedê Navenda Jiyanê ya Jinan vekir. Di bernameya vekirinê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, hevşaredarên navçeyên Amedê, Dayîkên Aştiyê, nunerên saziyên sivîl di nav de gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar axaftin kir.

‘Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin’

Berîvan Gulşen Sîncar bi lêv kir ku beriya her tiştî soz dabûn ku qadên jiyana jinan berfireh û zêde bikin û wiha got: “Heta îro; navenda me ya werzişê ya jinan, navendên me yên jiyanê yên jinan, pirtûkxaneya me ya berhemên jinan, sûka keda jinan û îro jî li vir, em qadeke jinan vedikin ev yek ji bo me cihê serbilindiyeke cuda ye. Em bi destkeftiyên ku têkoşîna jinan a zêdetirî bi dehan salan derxistiye holê, ji bo ku jin bikaribe li her qada jiyanê hebûna xwe bidomîne, dîtbariya xwe zêdetir bike û bi zêdebûna dîtbariyê re çanda piştevaniyê bêhtir geş bike, em her tim li kolanan, qadan û meydanan mil bi mil hewl didin têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Piştî axaftinê bi pêşengtiya Dayîkên Aştiyê kurdele hate birîn. Dayîkan bi tîlîliyan kurdele birîn. Dû re jin li saziyê geriyan. Jinên ku tev li bernameyê bûn govend gerandin û dirûşma “Jin jiyan Azadî” berz kirin.

Li Navenda Jiyanê ya Jinan dê atolyeya tekstîlê, atolyeya hunerên destan û çalakiyên werzîşî pêk werin. Ligel vê yekê, dê bi awayekî periyodîk xebatên atolyeyan werin lidarxistin; di vî warî de hem xebatên atolyeyê yên li ser azadkirina zayenda civakî hem jî atolyeyên hobiyê dê werin birêvebirin. Di heman demê de, di hundirê Navenda Jiyana Jinan de odeyeke taybet jî hatiye terxankirin daku jinên ku rastî tundûtûjiyê hatine bikaribin rasterast serî lê bidin û hevdîtinên xwe tê de pêk bînin. Ji bo jinên ku têne saziyê û ji qursan sûdê werdigirin, odeyeke lîstikê ya zarokan jî heye ku bikaribin zarokên xwe lê bihêlin. Li gel qursên pîşeyî, dê xebatên bilindkirina hişmendiyê jî werin meşandin.

Etîket: Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen SîncarŞaredariya Peyasê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredariya Peyasê bi rêya hunerê ciwanan tîne cem hev

Şaredariya Peyasê bi rêya hunerê ciwanan tîne cem hev

30 NÎSAN 2026
Heyeta Şaredariya Peyasê li Swêdê serdana Navenda Perwerdeya Pirzimanî kir

Heyeta Şaredariya Peyasê li Swêdê serdana Navenda Perwerdeya Pirzimanî kir

24 NÎSAN 2026
Şagirtên Zarokistanan serdana cihên dîrokî û Mala Dengbêjan kir

Şagirtên Zarokistanan serdana cihên dîrokî û Mala Dengbêjan kir

23 NÎSAN 2026
Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan a 2yemîn bi coş bi dawî bû

Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan a 2yemîn bi coş bi dawî bû

23 NÎSAN 2026
Serlêdanên pêşbirka ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê’ berdewam dikin

Serlêdanên pêşbirka ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê’ berdewam dikin

10 NÎSAN 2026
Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

31 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çanda resen: Govenda Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona 15ê Gulanê ya Serhedê hat aşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya 15ê Gulanê ya Amedê eşkere bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 2yemîn Rojên Pirtûkan dest pê dike: Armanc avakirina civakeke demokratîk e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erdogan li ser pêvajoyê tu tişt negot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (118)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne