Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniya bi pêşengiya TUHAY-DER a Wanê hatiye lidarxistin de axivî û got: “Heta ku aştiyeke mayînde neyê li ser vê axê, dê hiqûq û edalet bi wateya xwe ya rastî pêk neyê. Têkoşîna me dê heta ev yek pêk tên bidome.”
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmoglûllari, ji bo rewşa girtiyên siyasî li pêşiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê daxuyanî hat dayîn. Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re, Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku di rojên borî de 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û girtiyên din ên li girtîgehê ziyaret kirin. Piştî ziyaretê li ber deriyê girtîgehê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk amade bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Deng bide girtîgehan” hatin hildan.
Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, û da zanîn ku tevî pêvajoyê jî gelek siyasetmedar di girtîgehan de ne. Tulay Hatîmogûllari rewşa Mehmet Siddik Akiş û girtiyên din ên ku ziyaret kirine ragihand û got: “Cezayê li hevşaredarê me Akiş hatiye birîn nayê qebûlkirin. Sedema girtina Akiş a 60 roj piştî hilbijartinan diyar e. Colemêrg bajarekî sînor e. Dewletê di pêvajoya hilbijartinê de weke ku seferberî ragihandibe, Enqere biribû Colemêrgê. Lê tevî vê yekê vîna gel pêk hat. Dewletê tenê 60 roj li ber vê yekê ragirt.”
‘Cezayê li Akiş hatiye birîn nayê qebûlkirin’
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku di demekê de ku hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re berdewam dikin, dayîna biryarek wiha di 30ê Nîsanê de nayê qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Ev biryar, biryarên sabotekirina pêvajoyê ne. Hêviyên civakê di vê mijarê de pir mezin in. Lê hinek kes çi dikin; ji dosyayeke ku berê hatibû xerakirin, 19 sal cezayê girtîgehê li hevşaredarê ku qeyim tayînî şûna wî kirine, dibirin. Hincetên wan ne hiqûqî ne. Hincetên di dosyayê de xebatên partiya siyasî ne. Bêguman em ê siyasetê bikin. Ger em siyasetê nekin, em çima erkê digirin ser xwe? Ji ber van xebatên siyasî gelek mirov girtî ne. Colemêrg bi taybetî wek hedef hatiye hilbijartin û sedema vê jî sînorbûn û birêxistinkirina bajêr e.”
‘Divê qeyûm werin betalkirin û kesên bijartî vegerin ser karê xwe’
Tulay Hatîmogûllari di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ew rîzaya ku nekarin ji gel bigirin, dixwazin bi qeyiman bi dest bixin. Binêrin, nêzî mehekê rêya Wan û Colemêrgê girtî ma. Colemêrgiyan nekarîn nexweşên xwe bibin nexweşxaneyê. Waliyê qeyim û rayedaran ji bo çêkirina wê rêyê hewildanek jî nîşan nedan. Belê, qeyim danîn ser şaredariyên me yên din jî. Îro em li Wanê ne. Li vir 14 bi 14 hatibû kirin. Di pêvajoya mazbatayê de ji hevşaredarê me re astengî derxistin, piştre jî qeyim danîn. Hevserokên me yên şaredariyê yên bijartî vîna gelê me ne. Hûn nikarin bi qeyiman ti hevkêşeyekê biguherînin. Yên ku vê serkeftinê qebûl nakin, kesên tayînkirî tînin ser şûna kesên bijartî. Binyada demokrasiyê mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê ye. Anîna kesên tayînkirî li şûna yên bijartî, nîşaneya otorîterbûnê ye. Divê qeyim werin vekişandin. Di ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de gava herî girîng betalkirina qeyiman û vegerandina kesên bijartî ye. Ev daxwaz ne tenê ji bo DEM Partiyê ye, di heman demê de ji bo şaredarên CHPî yên ku îro li Silivriyê tên girtin e jî. Ev parastina mafê hilbijêran e jî.”
‘Têkoşîna me dê berdewam bike’
Tulay Hatîmogûllari herî dawî bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û wiha got: “Ji bo hemû hevalên me yên hundir, bi taybetî ji bo Selahattîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Ayşe Gokkan, em careke din soz didin; heta ku hûn azad bibin dê ev têkoşîn berdewam bike. Heta ku aştiyeke mayînde bê ser van axan û hiqûq û edalet bi wateya xwe ya rastî pêk neyê, têkoşîna me dê berdewam bike.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

















