• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Roja Dayikan dê bi vekirina deriyên girtîgehan bê pîrozkirin’

Navenda Nûçeyan/ AW

10 GULAN 2026 - 15:17
Kategorî: DARAZ, MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Aştiyê, bi boneya Roja Dayikan bi dirûşma “Diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştî ye” li gelek navendan li pêşiya girtîgehan daxuyanî dan.

Meclisa Dayikên Aştiyê, bi munasebeta Roja Dayikan li gelek navendan li pêşiya girtîgehan, daxuyaniyê dan. Dayik bi dirûşma “Diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştî ye” dan. Gelen dayik, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tev li daxuyaniyan bûn.

AMED 

Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê têkildarî “Mafê Hêviyê” li ber deriyê Girtîhega Amedê ya D tîpiyê daxuyanî da çapememiyê. Parlamenterên DEM Partî yên Amedê Adalet Kaya û Serhat Eren, hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, hevserok, endam û nunerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Dayîkan pankarta li ser “Diyariya herî mezin ji bo dayîkan aştî ye ” vekirin û dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî berxwedana dayîkan’ berz kirin. Daxuyaniyê bi tirkî dayîka aştiyê Hanife Akpolat xwend.

‘Bila gavên hiqûqî bên avêtin’

Di destpêkê de Dayika Aştiyê Hanife Akpolat metna hevpar xwend. Akpolat, gavên ku Tevgera Azadiya Kurd piştî banga Abdullah Ocalan avêtine bi bîr xist, da zanîn ku dewletê li hemberî pêvajoya heyî tu gavên berbiçav neavêtin û wiha got: “Gavên herî bingehîn ên ku divê bên avêtin; pêkanîna mafê hêviyê, bidawîkirina hewildanên şewitandina înfazan û berdana girtiyên nexweş in. Bila ev gav bên avêtin da ku civak bawer bike ku dewlet aliyekî vê pêvajoyê ye. Dibêjin ‘bila dayik negirîn’. Ev tiştên ku hûn pêk bînin dê dayikan kêfxweş bin. Di sala 2026an de dayîna mizgîniya ji vê komîsyonê re di destê we de ye. Em bang li Wezîrê Dadê dikin: Bila ji komîsyonê encamên baş derbikevin.”

‘Em Statuya Serokê xwe dixwazin’

Piştre Dayika Aştiyê Havva Kiran diyar kir ku Dayikên Aştiyê 26 sal in ji bo aştiyê derî nemane ku ji bo aştiyê biçinê û ev tişt gotin: “Dayikan tu carî şer nexwestin. Îro Roja Dayikan e. Me dixwest ku pêvajoya aştiyê ya ku Serok daye destpêkirin, bi dîtina zarokên xwe ve Dayikên Aştiyê şa biban. Em li pey rêya zarokên xwe ne. Êdî bila hêsirên dayikan nerijin. Dayik dayik e, rengê hêsirên dayikan nîn e. Serok û dewlet bi hev re muzakere dikin, mase danîn. Lê gav nehat avêtin. Hîna jî dewlet û serokkomar dibêjin ‘Turkiyeya bêteror’. Gelo dewlet kî ye, teror kî ye? Em navê terorê qet naxwazin. Zarokên me ji bo aştiyê canê xwe dan. Cudahî nîn e, em ji bo her kesî aştiyê dixwazin. Heta ku têgeha ‘Turkiyeya bêteror’ neguhere, aştî nayê dabînkirin. Em ne teror in. Em Kurd in û xwedî maf in. Em maf, hiqûq û edaletê dixwazin. Em statûya Serokê xwe dixwazin.”

‘Divê dewlet dengê me bibîhîze’

Havva Kiran bal kişand ser gotinên “Bila PKK çekan xwe deyne û teslîm bibe” û wiha pê de çû: “Heke Kurd û Tirk bi hev re bijiyana, ew zarok ne dildarên çekan bûn. Em mafê xwe dixwazin, em teslîmiyetê qet naxwazin. Divê dewlet êdî dengê dayikan bibihîze. Dengê dayikan li cîhanê belav dibe. Çima nabîzin? Ji bo ku baweriya me çêbibe, divê gavên aştiyê bên avêtin. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe, ji bo tu gelên cîhanê aramî nîn e. Em welatekî aram dixwazin ku Kurd û Tirk tê de bi hev re bijîn. Em dixwazin Serokê me azad bibe û di nav me de be.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

ÊLIH

Dayîkên Aştiyê yên Êlihê bi munasebeta Roja Dayikan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî nêzî Girtîgeha Êlihê ya li navçeya Qubînê ya Êlihê daxuyanî dan çapemeneyê. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên Êlihê, TUAY-DER, MEBYA-DER, TJA, DÎAY-DER, Komeleya 78an û Endamên Komeleya Dayîkên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Dayîka Aştiyê Nûran Seçkîn li ser navê Dayîkên Aştiyê yên Êlihê axivî û got: “Xwezî îro ji dêvla panzêran ve, bi gulan bihatana li pêşiya dayîkan. Em dayîk ji bo xatirê ku tu kes neyê kuştin, hatine vir û tu tang û top bi me re nîn in. Ji bo vê aştiyê em dibêjin, xwezî îro zarokên me jî ji me re gulan bianiyana. Me îro gulan nebiran ber deriyê girtîgehan û li ser gora wan. Heta em sax bin em ê li pey doza zarokên xwe bin, da ku tu kes neye kuştin. Em li dijî şer in. Em her tim dibêjin aştî, tu tiştek weke aştiyê xweş nabe.”

Nûran Seçkîn da zanîn ku ev saleke dilen wan hinekê rehet bûye û ev tişt gotin: “Ev 40 sal in, gelek caran em heta serê sibê bi av û nan giriyan e û me nanekî rehet nexwariye. Me hestirên çavan barandin ji ber xwîna herikiye. Destê ku birêz Ocalan, Bahçelî û birêz Erdogan dirêj kiriye, em dibêjin hezar car mala wan ava be. Em dixwazin azadiya Serok pêk bê. Ev saleke em li benda aştiyê ne, hê jî zarokên me nehatine berdan. Gotin serê salê, me ji xwe re digot dê deriyê girtîgehan bê vekirin. Gotin Cejna Remezanê, ew jî tiştek jê derneket. Va cejna qurbanê jî hat, dîsa jî çavê me li azadiya serok û zarokên me ye. Em careke din dibêjin Roja Dayîkan pîroz be”

Daxuyanî bi tilîlî û bi çepikan bi dawî bû.

ŞIRNEX-MÊRDÎN

 

Endamên Meclîsên Dayîkên aştiyê yên Şirnex û Mêrdînê bi diruşma ‘dayîk aştiyê dixwazin’ li ber deriyê Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta; ‘Diyariya herî mezin ji bo dayîkan aştiya mayînde ye’ hat vekirin.

Di daxuyaniyê de berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Şirnex Behiye Nayir diyar kir ku dayîkên Kurdan tu dem rojeke xweş jiyan nekiriye û wiha axivî: “Em roja dayîkên dilşewat hemûyan pîroz dikin. Dayîkên Kurdan tu dem rojeke xweş nedîtiye. Em di roja xwe de aştiyê, azadiyê û edaletê dixwazin. Vaye saleke pêvajoyek hatiye destpêkirin û heya niha dewlet gavên şênber navêje. Êdî dema azadiya gelê Kurd e, êdî dema azadiya hemû girtiyên azadiyê. Heya qanûn neyên amadekirin zarokên me yên serê çiyayan ê çawa vegerin nava civakê. Divê dewlet li gor vê yekê gavan biavêje.”

Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn jî bal kişand ser mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û ev tişt anîn ziman: “Îro roja dayîkan e û em vê rojê li hemû dayîkan pîroz. Dayîkên me îro bi dilekî dil şewitî vê roja pîroz pêşkêş dikin. Bila roja dayîka bibe roja aştî, azadî û edaletê. Serokê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji bo aştiyê gavek mezin avêtiyê lê dewlet peywira xwe pêk naîne. Tişta ketiye ser milê Rêber û rêxistina Kurdan kiriye. Êdî dema gav avêtina dewletê ye û divê mijar di gotinê de nemîne. Mafê Serokatiyê yê hêviyê divê demildest pêk were. Ji ber ku gelê Kurd li ser bîrdoziya Rêber Apo dimeşe û azadiya wî azadiya gelê Kurd e. Wek dayîkên aştiyê em bang li dewletê dikin ku êdî ji bo aştiyê gavên şênber biavêjin. Herî dawî em dibêjin heya Serokê me azad nebe em roja dayîka pîroz dikin. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan azad bû wê demê em ê pîrozbahiya herî mezin bikin.”

Parlementera DEM Partiya ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya hemû girtiyan, azadiya gelê Kurd e û wiha got: “Îro roja dayîkan e û em di kesayeta dayîkên Kurd de roja hemû dayîkên cîhanê pîroz dikin. Dayîkên me bi salan e li ser goran rondikan dibarînin, bi salan e li ber deriyê girtîgehan rondikan dibarînin û bi bendewariya zarokên xwe bi êş û kul in. Li ser ev qas êş dayîkên me aştiyê dixwazin û bi salan e têkoşîna aştiyê didin. Dayîkên me kirdeyeke tekoşîna azadiyê ne, ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de yên ku herî zêde aştiyê dixwazin dayîk in. Li gel ku pêvajoyek tê meşandin jî heya niha ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan tiştek nehatiye kirin. Lê em baş dizanin azadiya Ocalan azadiya hemû girtiyan e û azadiya gelê Kurd e. Ji ber vê yekê divê demildest Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan azad bibe. Êdî em dibêjin bila aştî pêk were û em bi vî awayî roja dayîkan pîroz bikin.”

Piştî axaftinan daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

WAN

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi munasebeta 10 Gulanê Roja Dayikan ji bo ku daxwaz û bendewariyên xwe yên derbarê “Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk” de ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hatibû destpêkirin, bi şiara “Ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye” li ber kampusa Girtîgeha Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê, endam û nûnerên saziyên civakî, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Bila Erdogan û Bahçelî dengê me bibihîzin’

Di daxuyaniyê de ewilî endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Wanê Hediye Kaçak axivî û got: “Em wek Dayikên Aşitiyê bi salan e aşitiyê dixwazin. Dema hemû dayikên cîhanê zarokên xwe bi kulîlkan mezin dikin, em li ber deriyên girtîgehan li benda zarokên xwe ne, zarokên me dimirin. Bila êdî deriyên zindanan vebin û zarokên me derkevin. Zarokên me mirin me got ‘aşitî’, zarokên me hatin girtin me got ‘aşitî’. Bila Birêz Erdogan û Birêz Bahçelî dengê me bibihîzin û guh bidin bangawaziya ku di 27ê Sibatê de hatibû kirin; bila deriyên zindanan vebin. Bila daxwaza dayikan bê cih. Ev welat tenê bi aşitiyê rizgar dibe. Mirin encamê nayîne, lê aşitî encamê tîne. Tevî her tiştî em dîsa jî aşitiyê dixwazin. Em sed sal in aşitiyê dixwazin. Bila Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan destê aşitiyê bigirin û deriyên zindanan vekin.”

‘Pêşî divê Ocalan azad bibe’

Dayika Aşitiyê Kamile Yalçınê jî bi silavkirina hemû dayikên cîhanê dest bi axaftina xwe kir û ev yek gotin: “Bi sedan zarokên me di girtîgehan de ne. Zarokên me yên ku bi salan e bi nexweşiyên giran di girtîgehan de ne hene. Divê ew demildest derkevin. Ev sal û nîvek e dewa aştî û azadiyê tê kirin. Bila êdî dewlet jî gaveke bi rûmet bavêjin. Em cudahiyê naxin navbera dayikan. Dayikên Tirk û dayikên Kurd ji bo me yek in.”

Dayika Kamîle Yalçinê bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a aştiyê û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Abdullah Ocalan rêberê vî gelî ye. Em berî her tiştî azadiya wî û piştre ya zarokên xwe dixwazin. Heta ew azad nebe, pêvajo venaguhere aşitiyê.”

Daxuyani bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

AGIRÎ

Li Agiriyê Dayikên Aşitiyê bi şîara “Diyariya herî xweş ji bo dayikan aşitî ye” ji Kolana Cumhuriyetê heta li pêşiya Edliyeya Agiriyê meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Diyariya herî xweş ji bo dayikan aşitî ye, gihîştina Rêbertiya azad e” hat vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertiyê” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Li ber Edliyeyê li ser navê Dayikên Aşitiyê Yildiz Seferoglu daxuyanî da.

 

Yildiz Seferoglu li ser navê hemû dayikan axivî û tişt gotin: “Em aşitiyê dixwazin. Em azadiya Abdullah Ocalan û berdana girtiyên nexweş ên di girtîgehan de tên girtin dixwazin. Em dixwazin di nava aramî û aşitiyê de bijîn. Di heman demê de em zimanê xwe yê dayikê dixwazin; ji ber ku zimanê dayikê rengek e, nasnameyek e. Em li benda wê yekê ne ku ev dewlemendî bi awayekî azad were jiyîn.”

STENBOL

Bi minasebeta Roja Dayikan re Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yê Stenbolê, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê, rêveberên DEM Partiyê ya Stenbolê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ji dayikan re diyariya herî xweşik aştî ye, bi Rêbertiya azad re hevhatin e” hate vekirin.

‘Divê zagon werin derxistin’

Ewilî Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt axivî diyar kir ku ew bi munasebeta Roja Dayikan daxuyaniyê didin û got: “Ev salakî derbasbûya di pêvajoyê de gav nehat avêtin, tenê aliyê Kurd gav avêtin. Li ser jinan polîtîkayên taybet tê meşandin. Jin her sal di Roja Dayikan de pêşiya girtîhêdan de ye. Divê girtî werin berdan. Baweriya me ji wan tune ye. Ez bang Serokkomar dikim bila gav bê avêtin. Dema ku birêz Abdullah Ocalan hate girtin, komek gerîla ji çiyê hat lê ew hatin girtin. Dibêjin bila gerîla werin di vê rewşê de çawa werin. Divê zagon werin derxistin. Em dayik bê dixwazin. Em dixwazin Roja Dayikan pîroz bikin lê ne pêşiya girtîgehan.”

‘Deriya girtîgehan vebê dê Roja Dayikan jî dê bê pîrozkirin’

Dayika Aştiyê Emîne Erbek jî destnîşan kir ku ew dixwazin deriya girtîgehan vebe û wiha axivî: “Roja Dayikan divê ne li pêşiya girtîgehan werê pîrozkirin. Em dixwazin wekî tevahî gelan, azad bijîn. Lê Serokê me azad nebê em jî azad nabin. Em bi Serokê xwe re azad in. Deriya girtîgehan vebe dê Roja Dayikan jî bê pîrozkirin.”

Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.

Etîket: AmedAzadiÎnîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yê StenbolêPîrozkirinRoja DayikanStenbolvekirina deriyên girtîgehanWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

26 HEZÎRAN 2026
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

25 HEZÎRAN 2026
Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

25 HEZÎRAN 2026
Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

25 HEZÎRAN 2026
‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

24 HEZÎRAN 2026
Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

24 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (702)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne