Meclîsên HDK’ê yên Îzmîrê bi beşdariya Babetna û Dodan konser li dar xist. Sabahat Tuncel di konserê de axivî û got: “Em ê serdemeke nû ava bikin. Lê em ê dewletê jî bi zorê bidin aştiyê, em ê dewletê jî neçar bihêlin ku gavan bavêje.”
Meclîsên HDK’ê yên Îzmîrê bi beşdariya Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel û Hevberdevkê Giştî yê HDK’ê Ali Kenanoglu, bi dirûşma “Gel bi hev re ne” li Şanoya Azad a Bornova ya Aşik Veysel konser li dar xistin. Babetna û Dodan jî derketin ser dikê. Konser bi deqeyek rêzgirtinê û dayîna şitilên zeytûnê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve ji bo tîmên ku beşdarî Turnûvaya Futbolê ya Rojîn Kabaîş bûbûn dest pê kir.
Di konsera ku ji aliyê HDKê ve hate lidarxistin de Sebahat Tuncel kûlîlk dan Dayikên Aştiyê. Sebahat Tuncel bi silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir û got: “Dayikên me jiyana herî xweşik heq dikin. Dayikên me her tim beşek ji têkoşîna gelê Kurd a wekhevî, azadî û demokrasiyê bûne. Ew her tim di eniya berxwedanê de bûne. Ji ber vê yekê ew ne tenê dayik in, di heman demê de jinên şoreşger in. Dawîanîna şer û pevçûnê, avakirina aştiyê erkê dewletê ye ku gavên qanûnî û siyasî bavêje. Em ê paşeroja xwe li gorî ka em çawa dixwazin bijîn bi rêxistin bikin. Li kolanan gelek pirsan ji me dikin. Gelo bawerî bi vê dewletê dibe? Bi AKP’ê dibe? Pêşeroja vê pêvajoyê wê çawa be? Salek derbas bû hîna gav nayên avêtin. Ez jî her tim dibêjim: Hûn dema van pirsan dipirsin li ku derê dinêrin? Li dewletê? Gelo bawerî bi dewletê dibe? Nabe. Ev yek herî baş kî dizane? Jin dizanin. Herî baş kî dizane? Gelê Kurd dizane. Ji ber vê yekê mijar ne dewlet e. Em ê li ku binêrin? Em ê li gelên ku ji bo demokrasiyê, azadiyê û wekheviyê têkoşînê dikin binêrin. Em ê li xwe binêrin. Ev bi bersiva ku em bidin pirsê ‘Em çawa dixwazin bijîn’ ve girêdayî ye. Em ê serdemeke nû ava bikin. Lê em ê dewletê jî bi zorê bidin aştiyê, em ê dewletê jî neçar bihêlin ku gavan bavêje.”
Piştre Alî Kenanoglu jî axivî û got ku gel baweriya xwe ya bi desthilatê winda kiriye û wiha berdewam kir: “Xwezaya me talan dikin, avên me qirêj dikin, daristanên me dişewitînin û hilweşînin. Maden, JES, GES, HES… Bi van hemûyan xweza tê wêrankirin. Em li Îzmîrê vê yekê pir baş dizanin. Gelê Gimgimê têkoşîneke mezin dimeşîne. Silav ji Gimgimê re û bi heman awayî ji Kanîreşê ya Çewligê re jî silav.”
Konser bi stranên Babetna, Dodan û gerandina govendê bi dawî bû.













