* Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a di 7ê tebaxa 2019an de ev daxuyanî dabû. “Birêz Abdullah Ocalan bi hewldaneke pir bi heybet dema dewlet û aqilê dewletê analîz dike û dibêje: “Tu pêwîstiya kurdan bi dewleteke din nîne; lê pirsa ‘Gelo ma pêwîstî bi hiqûqeke kurdan jî heye an na?’
* Nûnerên saziyên demokratîk têkildarî kampanyaya “Ji Rojava re satatu, ji bo gelan azadî” diyar kirin ku li Rojava bingeheke xwerêvebirinê hatiye avakirin û gotin: “Modela Rojava bûye nasnameya mirovahiyê. Divê tavilê êrişên li ser Rojava bên sekinandin. Divê gelê Kurdistanê li dora Şoreşa Rojava bibe xelek û statuya Rojava were naskirin.”
* Di 34emîn salvegera NÇMê de Xebatkara Ma Muzîkê Evîn Tîryakî diyar kir ku desthilat naxwazin çandeke demokratîk, hemdem, wekhev, azadîxwez, kolektîv; jin, mêr, zarokan ji hev veneqetîne pêşbikeve û got: “Ruhê azadiyê li Rojava xurt e. Ji ber vê jî êrîşî çand, ziman û jinê dikin. Dixwazin çanda populîst û modernîteya kapîtalîst pêş bikeve.”
* Romana nivîskar û rojnameger Ikram Balekanî ya bi navê “13” bi hemû zaravayên kurdî derket. Her zarvayek wekî pirtûkekê bi serê xwe hatiye çapkirin.
* Piştî qeyûm tayînî şaredariya Sêrtê kirin, çalakiya li pêş avahiya Şaredariya Sêrtê dê bi tevlebûna nûner û rêxistinên civakî bidomin.
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (13,30)
* Nobeta mertalên zindî ya li ser bendava Tişrînê di roja 23an de berdewam dike.