Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê gotûbêja “Dengbêjî û Şakiro” li dar xist.
Li Konaxa Cemîl Paşayê ya girêdayî navçeya Surê ya Amedê bernameya gotûbêja “Dengbêjî û Şakiro” hate lidarxistin. Bernameya ku ji aliyê Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de hate amadekirin gelek kes tevlî bû û eleqeyek mezin dît. Di bernameyê de qala dîroka roja 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hate kirin. Di bernameya gotûbêjê de lêkolîner Serdar Şîrnas di destpêkê de qala dengbêjiyê kir piştre li ser jiyana dengbêjê navdêr ê Kurd Şakiro û berhemên wî axivî.
Dîroka siyasî û dengbêjî: Serdema Osmanî
Serdar Şîrnas di destpêka axaftina xwe li ser serdema Osmaniyan rawestiya û git: “Dema ku em li serdema Osmaniyan û siyaseta wan a li hemberî Kurdan dinêrin, binîn ku Sultan Osman Gazî û paşayên wî ji bo qontrolkirina leşkerên xwe û hozanan xebitîne. Di vê serdemê de, gelek êrîş li ser deverên wekî Xozan û Semsûrê pêk hatine, û polîtîkayên dûrxistin û sirgûnkirinê li ser Kurdan hatine meşandin. Her çend ev polîtîka hatibin meşandin jî, dengbêjan karîbûn dengê xwe bigihînin her derê û bi stranên xwe êş û azarên gelê xwe bînin ziman. Evdalê Zeynikê jî di vê heyamê de kilamekê li ser sirgûnkirina Kurdan dibêje û derdê xwe tîne ziman. Di kilama xwe de qala neheqiyên ku bi ser wan de hatine dike û rexneyên tûj li rêveberiya Osmanî digire.”
Di nava civakê de rola dengbêjan
Serdar Şîrnas diyar kir ku dengbêjî ne tenê stranbêjî ye; ew di heman demê de vegotina dîrok, serpêhatî, û jiyana civakî ye û wiha domand: “Dengbêjan beriya her tiştî dîroka xwe bi devkî parastiye û bi riya kilaman ji nifşekî derbasî nifşekî din kiriye. Ji ber vê yekê, dengbêj dikarin wekî arşîvên zindî yên civakê werin dîtin. Wek mînak, em dibînin ku dengbêj ne tenê li dîwan û şevbêrkan, lê li zozanan, li ser bîran û li her devera jiyanê stran gotine. Ev yek nîşan dide ku dengbêjî bi jiyana rojane ya civakê re bûye yek. Dengbêjan bi piranî serpêhatiyên di dema şer, evînên têkçûyî, û êşên giran de kirine kilam. Wekî ku Evdalê Zeynikê jî kiriye, ew bûne dengê gelê xwe. Her çend hin dengbêj di dema xwe de rastî zextan hatibin jî, wan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye.”
Jiyan û helwesta Şakiro
Lêkolîner Serdar Şîrnas di berdewamiya axaftina xwe de qala jiyana dengbêj Şakiro dike û wiha berdewam dike: “Dengbêj Şakiro di sala 1936an de li navçeya Elajgirê (Eleşkîrt) hatiye dinê. Taybetmendiyeke wî ya herî girîng ew e ku wî tu carî bi daxwaza xwe di stûdyoyê de stran tomar nekirine; qeydên wî yên heyî hemû li derveyî vîna wî (wekî korsan) hatine tomarkirin. Şakiro xwedî helwesteke civakî û polîtîk a xurt bû. Wekî mînak, gava Kenan Evren serdana Erziromê dike û daxwaz dike ku Şakiro jê re bistirê, ew vê daxwazê red dike û nabêje. Şakiro diyar kiriye ku ew ji Kurdan, bi taybetî ji axa û began, dilşkestî ye û gotiye ku “Kurd qedrê hev nizanin”. Ji ber vê dilşkestinê, wî berê xwe daye Edeneyê û jiyana xwe li wir berdewam kiriye. Ew di sala 1996’an de li bajarê Îzmîrê koça dawî kiriye. Ji aliyê teknîkî ve dengbêj di dema gotina kilaman de teknîka diyaframê (nefesgirtina kûr) bi kar tînin û gava ku destên xwe didin ber guhên xwe, ew vê yekê ji bo kontrolkirina deng û nefesa xwe dikin.Dengê Şakiro ewqas xurt û kûr e ku ji aliyê pispor û guhdaran ve wekî ‘orkestrayeke serbixwe’ tê pênasekirin. Tê gotin ku tu dengbêjekî din nikare di warê xurtbûna deng de bigihîje asta wî, û ew bi dengbêjên dîrokî yên wekî Mistefayê Xelê Heyran re tê qiyaskirin. Qeyd bi performanseke zindî ya dengbêjiyê ku şîna “Lê Dîlberê” tê de derbas dibe, bi dawî dibe û ev jî mînakeke resen a vê hunerê radixe pêş çavan.”
‘Şakiro bi tenê ma’
Serdar Şîrnas da zanîn ku ger di jiyana Şakiro de meseleya nefret, kîn û xeyidînê hebe, ev yek bandoreke mezin li ser deng û hunera wî kiriye. Serdar detnîşan kir ku bi taybetî, ew ji derdora xwe û carinan jî ji hunera xwe dilşikestî bûye û got: “Em dikarin bibêjin ku ji bilî dengê wî yê xurt, rola hevalên wî jî di vê hunerê de gelek e. Lê belê, her çend ew qas xurt û naskirî be jî, di demên wî yên dawî de gelek kes ji aliyê wî ve nebûn û ew bi tenê ma. Di heman demê de, gelek ji van dengbêjan rû bi rûyî astengî û zextên civakî bûne. Evdalê Zeynikê jî yek ji wan dengbêjan bû ku ev zext dîtine. Em dibînin ku mijarên wekî jiyan, zewac û jina ciwan jî di nav kilamên wan de cih digirin. Mînak, di kilamên wî de bahsa jina ciwan û rewşa wê ya di nav civakê de tê kirin. Lê ev mijar carinan dibin sedema nakokî û rexneyan di nav gel de.”
‘Jin jî di qada dengbêjî de roleke girîng lîstiye’
Serdar Şîrnas di dawiya axaftina xwe de qala jin û dengbêjî kir û wiha pêde çû: “Di mijara dengbêjiyê de, her çend piranî mêr derketibin pêş jî, jinan jî di vê qadê de roleke girîng leyîstine. Jinan bi kilamên xwe, bi piranî êş, evîn û serpêhatiyên xwe anîne ziman. Lê belê, di nava civakê de dengbêjiya jinan rastî gelek astengî û nerazîbûnan hatiye. Gelek caran jinên dengbêj rastî sansurê hatine û nekarîne bi awayekî azad hunera xwe îcra bikin. Di hin kilaman de behsa lehengî û mêrxasiya jinan jî tê kirin. Jinên ku ji bo eşîr û malbata xwe .”
Gotûbejê piştî pirs û bersivan bi dawî bû.
















