• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE

    Mitînga Azadiyê ya Amedê dest pê kir ZINDÎ

    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    Rihayiyan ji bo Mitînga Azadiyê berê xwe da Amedê

    Rihayiyan ji bo Mitînga Azadiyê berê xwe da Amedê

    Li Bexdayê gengelî: Gelek parlamenter û rayedar hatin binçavkirin

    Li Bexdayê gengelî: Gelek parlamenter û rayedar hatin binçavkirin

    Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE

    Mitînga Azadiyê ya Amedê dest pê kir ZINDÎ

    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    Rihayiyan ji bo Mitînga Azadiyê berê xwe da Amedê

    Rihayiyan ji bo Mitînga Azadiyê berê xwe da Amedê

    Li Bexdayê gengelî: Gelek parlamenter û rayedar hatin binçavkirin

    Li Bexdayê gengelî: Gelek parlamenter û rayedar hatin binçavkirin

    Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya Komxebata Ziman a Botanê hat aşkerekirin

Şirmex / AW

13 GULAN 2026 - 20:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên ziman û Platforma Saziyên Demokratîk ên Botanê encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê aşkere kir û wiha banga kir: “Kurdî biaxive, Kurdî bixwîne, Kurdî binivîse û bi Kurdî bijî.”

Saziyên zimanê Kurdî yên Botanê û Platforma Saziyên Demokratîk ên Botanê di 10î gulanê de Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê lidarxistibûn û aşkere kiribûn ku ew dê encamnameya komxebata xwe piştre bi raya giştî re parve bikin.

Encamname îro bi nivîskî hat ragihandin û encamname wiha ye: “Di dîroka 10ê Gulana 2026an de li Eywana Konferansa Şaredariya Cizîrê, bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl, hiqûqnas, siyasetmedar û kedkarên zimên, xebateke berfireh li ser rewş û paşeroja zimanê kurdî hat lidarxistin. Di encama nîqaşên li ser;

* Di Dîrokê de Tekoşîna Zîmanê Kurdî  û Rist û MîsyonaJinan

* Di Hiqûqê de Ziman û Tekoşîna Zimanê Kurdî ya Hiqûqî

* Di Rêveberiyên Xwecihî de Stratejiya Tekoşîna Zimanê Kurdî

* Di Têkoşîna Siyaseta Demokratîk de Zimanê Kurdî

* Sernavên sereke de, ev biryar û tespîtên li jêr bi raya giştî re em parve dikin:

Li ser vê bingehê Komxebat ji bo ronesanseke zimanî vanxalên stratejîk pêşniyaz dike:

Divê; Kurdî di bazar, kolan, huner û her hûrgiliya jiyana civakîde bibe zimanê serdest.

Divê; Arşîvên devkî yên ku di bin pêşengiya jinan de hatineparastin, werin dîjîtalîzekirin.

Divê; Rola jinê di wêjeya kurdî ya klasîk û nûjen de di navakurtefilman de were nîşandan.

Divê; Atolyeyên “Ziman û Jin” li her taxê wekî dibistanênjiyanê werin vekirin.

Divê; Sapanên lîstokên zarokan bên amade kirin.

Divê; Binesaziya kurdî ji bo Hişê Çêkirî (AI) were amadekirinû teknolojî bibe qada parastina ziman.

Dîvê; Akademiyên Ziman bên avakirin ji bo standardîzekirinazaravayan û zimanê zanistî.

Divê; Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê di makezagonê de were mîsogerkirin.

Divê; Li girtîgeh, dadgeh û nexweşxaneyan mafê wergêrêkurdî bi awayekî bêpere were peydekirin.

Divê; Li dijî her cure êrîşên li ser ziman, komîsyonênparastina hiqûqî ya ziman werin avakirin.

Divê; Peymanên navneteweyî (wekî Peymana Mafên Zarokan) di derbarê ziman de werin aktîfkirin.

Divê; Daxwaza statûyê Kurdî di asta makezagonî de wekî”zimanê fermî yê duyemîn û perwerdehiyê” cih bigire.

Divê; Dîplomasiya Ziman li qada navneteweyî (UNESCO, NY) zext li ser dewletê were kirin da ku “Peymana ZimanênHerêmî ya Ewropayê” îmze bike.

Dîvê; Ji hevşaredaran heta nûnerên kurd ên parlementoyê, zanîna zimanê kurdî ango bi asteke perwerdehiya  ziman re derbas kirin,bibe şertê sereke yê temsîliyeta gel.

Dîvê; Nivîsên fermî û tabelayên giştî li gorî pîvanapirzimanîbûnê werin amadekirin

Divê; Hemû xizmetên şaredariyê bi awayekî duzimanî  werinpêşkêşkirin.

Divê; Kreşên bi zimanê kurdî li her taxê wekî mînakeke model werin zêdekirin.

Divê; Di peydakirina karker û karmendan de zanîna kurdîwekî pîvaneke pêşîn were qebûlkirin.

Divê; Di heremê de Nexeşeya navên   cih û warên kurdî bênamede kirin.

Divê; Navên tax, kolan û parkan bi navên kurdî yên resen werin guhartin.

Divê; Malper û serîlêdanên dîjîtal ên şaredariyan bi kurdî bin

Divê; Kursên ziman ên ji bo gel werin organîzekirin û sertîfîkayên fermî werin dayîn

Divê; Di budçeya şaredariyan de pişkeke taybet ji bopêşxistina zimanê kurdî were veqetandin.

Divê; Zimanê kurdî di hemû civîn û meclîsên siyasî de bibezimanê sereke yê axaftinê.

Divê; Di hemû weşanên siyasî, pankart û belavokan de kurdîwekî pîvana rûmetê were dîtin.

Divê; Ziman ne tenê wekî amûrekî, wekî nasnameyeke siyasî were parastin.

Divê; Siyaseta demokratîk kurdiyê li gorî hemû zaravayên wêKurmancî, Kirmanckî biparêze.

Divê; Hemû partî, sazî, dezgeh û derdorên li ser navê kurdan tevdigerin xwedî stratejî, polîtîka, plansazî, bername, budçe, kadro û xebatkarên ji bo zimanê kurdî bin.

Divê; Têkoşîna ji bo zimanê kurdî di nava hemû cih û warêncivakî de bên belavkirin. Kar û xebatên zimanê kurdî li her derê bên birêxistinkirin, li her derê mal, kom û saziyên kurdîbên avakirin. Ji bo pêkanîna vê divê em hemû kurd xwe erkdarû berpirsyar bibînin.

Encam:

Bêyî edaleta di ziman de, edaleta civakî û azadiya siyasî ne pêkan e. Israra me ya di ziman de, israra me ya di hebûna me ya neteweyî de ye.

Banga me:

Kurdî biaxive, Kurdî bixwîne, Kurdî binivîse û bi Kurdî bijî.”

Etîket: BotanencamnameKurdîsazîziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

21 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê hat aşkerakirin

Encamnameya Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê hat aşkerakirin

14 HEZÎRAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî: Em ê pergala qeyiman pûç bikin, hevserokatiyê belavî her qadê bikin

10 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

10 HEZÎRAN 2026
‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

8 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

7 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

    Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (778)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne