Stenbol – Mamosteyên Zimanê Kurdî Mevlut Aykoç û Salîh Tunalî bal kişandin ser bêstatûhiştina zimanê Kurdî û gotin: “Statuya ziman ne bi gotin û sloganan lê bi parastin û çalakiyên tê bidestxistin.”
Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat çapkirin. Di sala 2006an de 15ê Gulanê weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd ji wir û şûn ve her sal 15ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” pîroz dike.
Nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Mevlut Aykoç û Mamosteyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê Salîh Tûnali têkildarî 15ê Gulanê “Cejna Zimanê Kurdî” û xebatên ji bo bidestxistina statuya Kurdî tên kirin axivîn.
‘Li malên Kurdî zêde nayê axaftin’

Mevlut Aykoç anî ziman ku zimanê Kurdî zimanê herî kevnar e û 8emîn zimanê herî dewlemend e. Mevlut Aykoç da zanîn ku Kurdî çar netewdewletên Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye ên dema di 1900an û şûn ve hatine avakirin hatiye qedexekirin û wiha got: “Ji bilî van li gelek dewletan Kurd hene. Li 15 komarên Soviyetê, Ewropa û cîhanê Kurd hene. Li gorî lêkolîna Serokê Enstutiya Kurdî a Îsviçreyê Abdullah Karwanî herî kêm 70 mîlyon Kurd li cîhanê dijîn. Kurdî îro bûye zimanê cîhanî lê belê bêyî statu ye. Li Rojava hin gav hatin avêtin, li Îraqê xebat hene. Piştî polîtîkayên bişaftinê, êdî gel bi xwe, xwe asîmîle dike.”
‘Statu bi çalakbûnê tê bidestxistin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Mevlut Aykoç da destnîşan kir ku statuya ziman bi xwe re mafê perwerdehiya ziman jî tîne bîrê û wiha got: “Perwerdehiya dê pêşî li bikaranîn û stauûya Kurdî veke. Muftuyê Diyadîne xutbeya Kurdî qedexe dike. Hê jî li Meclîsa Tirkiyeyê Kurdî weke ‘zimanê nediyar e’ tê pênasekirin. Statu hebe dê qedexe rabin. Lewma divê em destkeftiyên xwe û stauya Kurdî bi hev re têbikoşin. Em di mal û saziyên xwe de bisekinin, tenê daxuyanî bidin û bibêjin statuya Kurdî, statu pêk nayê. Divê mirov statuya zimanê xwe li qadan, bi çalakiyan bixwazin.”
‘Parastina ziman bi rojekê nabe’
Mevlut Aykoç bi bîr xist ku di nava gel de divê çalakiyên çandî pir bên lidarxistin û got: Di çalakiyan de gel bi zimanê xwe diaxivê. Çalakî îro hatine astekê lê belê divê em gaveke din jî biavêjin û statuyê bi dest bixin. Ji sala 2006an ve 15ê Gulanê wekî cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Lê belê cejn bi rojekî nabe. Dema mirov her roj bi zimanê xwe li her qada jiyanê bi kar bîne da ku karibe zimanê xwe bide jiyandin. Zanyar jî dibêjin, zimanê mirov cermê mirov e, zimanê duyemîn jî kincên mirov in.”
‘Netew bi nirxên xwe ve tên pênasekirin’

Salîh Tûnali yê di Komuna Çand û Hunerê ya Ekînê de dersên Kurdî dide destnîşan kir ku dema netew tê pênasekirin bi nirxên xwe ve tê pênasekirin û wiha axivî: “Her netew bi nirxên xwe ve heye. Ciwanên Kurdan jî dema tên zanîngehê hin nirxên wan derdikeve holê. Yek ji wan ziman e. Lê belê bişaftin wekî tofanekî ye Tofan li ser gelên ku statuya wan tune ye gelekî bandor dike. Hêza sazî û dezgehan heyî têra sekinandina vê tofanê nake, li dijî bişaftinê qels dimîne. Her gavek gelek girîng e lê divê ev hê baştir gav bên avêtin. Kesek jî ji nûve ketibe ferqa hînbûna zimanê xwe jî pîroz e.”
‘Sazî û dezgeh nikarin ji asîmîlasyonê re bibin bersiv’
Salîh Tunali bi lêv kir ku divê êdî hin tiştên nû yên demê werin bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dem dema ragihandin, dijîtal û teknolojiyê ye. Îro hişê çêkirî gelek tê bikaranîn. Divê em jî ji hêla ziman ve bi kar bînin û zimanê xwe bi vî awayî bigihînin nifşên nû. Tenê bi sazî û dezgehan ev kar nabe. Divê em di hemû qadên ragihandinê de Kurdî bikar bînin. Divê têkoşîn ne tenê li ser hişmendiyê werê meşandin. Barê herî giran li ser qada siyasî ye. Civak razîbûn û nerazîbûna xwe li qada siyasetê tîne ziman.”
‘Bi gotin û sloganan ziman nayê parastin’
Di berfirehiya axaftina xwe de Salih Tûnali da zanîn ku hestiyariya ziman têrî parastina ziman nake û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ji ber wê divê herkes bi hestiyariya man û nemanê xwedî ziman derkeve da ku qedrê ziman were zanîn. Divê em di mal û taxên xwe de zimanê xwe biçûk nebînin û girîngî bidinê. Divê em ziman bikin perçeyekî jiyana xwe ya rojane. Divê em nebêjin ‘Ev ziman dê çi fêydeyê bide min.’ û ji zimanê xwe nerevin. Ya ku gelekî netew dike nirxên wî ne. Ev ji bo çand û hunerê jî derbasdar e. Bi gotin û sloganan nikarin girîngtiya ziman bînin ziman. Divê li her qada jiyanê girîngtiya ziman werê fêmkirin.”
‘Dermanê me di nava me de ye’
Di dawiya axaftina xwe de Salîh Tûnali got ku tenê rojek têra ziman nake û wiha derbirî: “Di 364 rojên din em ê çi bikin? Mijar jî ew e ku 364 rojên din jî zimanê xwe bêqedir nekin. Nexwe ev tenê dibe rojeke sloganî. Ev her sal xwe dûbare dike. Ji ber vê divê her Kurd tevahî rojên salê weke 15ê Gulanê bijî. Tu kes ji bo me zimanê me pîroz nake. Dermanê me di nava me de ye. Divê em bi xwe, xwe derman bikin. Helbet statu tiştekî girîng e, lê belê heta statu pêk neyê, em dest ji karê xwe bernedin. Em her keliya jiyana xwe, zimanê xwe esas bigirin.”












