Projeya Radyoya KurdFM ku di bin sîwana FED-GEL de hatibû amadekirin temam bû. Rêveberiya radyoyê weşana ku wê bi 3 zaravayên Kurdî di 15ê Gulana 2026an saet 15:15an de dest pê bike wekî “mizgîniya Cejna Zimanê Kurdî” ragihand û banga piştgiriyê kir.
Rêveberiya KurdFM bi daxuyaniyekê daxuyand ku radyo wekî projeyek Federasyona Gelên Kurd (FED-GEL) ku li Eyaleta Baden-Wurttemberg a Almanyayê xebatê dimeşîne, hatiye amadekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serdema dîjîtalbûn û kûrewîbûnê de, parastina ziman û çanda dayikê ji bo gelan pir girîng e û diyar kir ku dezgehên medyayê yên ku bi zimanê Kurdî weşanê dikin ji bo Kurdên li Ewropayê wekî pirek xurt di navbera dîasporayê û welat de tê dîtin.
Dê bi zaravayên kurmancî, soranî û kırmanckî weşanê bike
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku KurdFM wê di 15ê Gulana 2026an saet 15:15an de dest bi weşanê bike. Hat destnîşankirin ku radyo wê tenê weşana muzîkê neke, di heman demê de armanc dike ku bibe dengê civaka Kurd a li dîasporayê. Weşan wê cih bide cihêreng ên hunera Kurdî û wê bernameyên bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî amade bike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku radyo armanc dike ku bi rêya bernameyên çandî û hunerî tevkariya zimanê Kurdî bike û bi taybetî ji bo zarok û ciwanên Kurd ên li Ewropayê mezin dibin wê qada ziman, çîrok, metelok û dîroka gelê xwe ava bike.
Ziman û çanda xwe bidin jiyîn
Di weşanên nûçeyan ên KurdFMê de wê pêşketinên hem li cîhanê û hem jî li Kurdistanê bi nêrîna civakê bişopînin û wê gihandina “nûçeyên rast û bêalî” ji esas bigire.
Radyo wê bi rêya înternetê û sepanên mobîl ji her derê cîhanê were guhdarkirin û ger di demên pêş de bigihêje temaşevanên girseyî û têrker wê bi rêya frekansên antenê weşanê bike.
Rêveberiya radyoyê daxuyaniyê de ev bang kir: “Werin em ziman û çanda xwe li welatên biyanî bi hev re bidin jiyîn û dengê Kurdî li asîmanên Ewropayê bilind bikin.”













