• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

Mansur Kuyumcu / AW

15 GULAN 2026 - 08:47
Kategorî: ÇAND, MANŞET, ROJANE
A A
Îzmîr – Polîtîkayên asîmîlasyonê yên sedsala 20emîn, li hemberî “arşîva dîjîtal” a sedsala 21emîn asê maye. Google Maps, li ber tabelayên fermî yên dewletê, guh dide “bîra zindî” ya bikarhênerên Kurd. Dema mirov navê bajar, navçe û gundê xwe bi Kurdî ji Google Mapsê dipirse bi giranî dizane ku qala ku derê tê kirin û peyda dike.

Her gel, netewe û civak bi jiyan û erdnîgariya xwe teşeyekê zindî ya çandî dane jiyana xwe. Ev çand bi hezaran salan hat avakirin û ev rêwîtiya hebûnî û çandî herî baş bi navan xwe dide der. Nav ne tenê tişt, cih, mijaran tîne bîrê, nav nasnameya hebûnê, rizgarbûna ji tunebûnê ye. Îro yên ku navên wan hene dikarin hebûna xwe bidomînin û veguhêzin nifşên nû.

Bi polîtîkayên qirkirin, asîmîlekirin, dagirkirinê gelek gel, netewe, civak, bawerî bi zora çekê û nijadperestiyê tune hatin hesibandin, hebûna wan hat înkarkirin û li şûna wê çand û polîtîkayên serdestan hatin ferzkirin û domandin. Mixabin ev polîtîka bi înkarkirina navan dest pê kir bi şerên cîhanî ve gel û neteweyan an ji holê rakir, an jî hebûna wan da nîqaşkirin. Roja me ya îro ev polîtîkaya bi dehan salan li ser gel û neteweyan bi darê zorê hatiye meşandin, careke din li hember bîra zindî ya civakî stûxwar dibe, pûç dibe.

Îradeya dîjîtal û hevkariya girseyî

Kurd bîra xwe ya kolektîf, îro ne tenê di stranan an jî di çîrokên kal û pîran de, di nava kod û kordînatên nexşeyên înternetê de jî diparêzin. Google Maps, wekî platforma nexşeyên herî berfireh a cîhanê, fonksiyoneke balkêş tîne pêşberî me. Google Maps navên Kurdî yên herêman yên dewletê bi darê zorê guhertine nas dike û pê derdixe bê ka hûn ku derê jê dibirsin. Ev taybetmendiya Googleê ne tenê hewldaneke teknîkî, lê encama “îradeya dîjîtal” a girseyan e. Google bi saya sîstema “Hevkariya Girseyî” (Crowdsourcing) daneyên ku ji aliyê bikarhênerên Kurd ve têne bar kirin, bi wêneyên stalaytan û etîketên veşartî (semantics) re dide ber hev û dema bikarhênerek Kurd li ser nexşeyê navê gundê xwe yê rastîn dinivîse, bikarhêner rasterast ber bi gundê wî/ê ve dibe.

Tabelayên lal û nexşeya bi ziman

Li seranserê Kurdistanê, gava mirov li rêyan dinêre, mirov rastî ‘fermiyeteke lal’ a yekzimanî tê lê gava navîgasyon tê vekirin, dengê teknolojiyê, rastiya civakê bi bîra mirov dixe. Ev “şînhatina” di qada dîjîtal de, nîşan dide ku biryarên burokratîk tenê dikarin li ser kaxez û hesin bimînin, lê bîra ku di nava ewrên dîjîtal de rehên xwe berdaye, sînoran nas nake. Ev yek nîşaneya domandina nasnameyekê ye ku siyaseta fermî herî kêm ev sed sal e hewl daye ji holê rake. Algorîtma, tenê guh nade tabelayên li ser rêyan, guh dide “bîra zindî” ya bikarhêneran jî.

Berxwedana toponîmîk: Ji gundên şewitî ber bi nexşeyên zindî

Şewitandina gundan û koçberiya bi zorê ya salên 90î ne tenê mirov ji warên wan kirin, lê di heman demê de xwest ku têkiliya civakê ya fizîkî û ruhanî ya bi axê re bi temamî qut bike. Piştî ku gund hatin valakirin, qonaxa duyemîn a asîmîlasyonê bi destê burokrasî û tabelayan dest pê kir da ku karibin şopên vê bîra dîrokî ji holê rakin. Navên gundan ên ku bi sedsalan di nava çand, stran û çîrokan de jiyabûn, bi navên Tirkî yên bêruh û bêkok hatin guherandin. Ev asîmîlasyona toponîmîk armanc dikir ku erdnîgariyê ji nasnameya wê ya resen qut bike û bîra kolektîf di nava navên nû de bifetisîne. Lê belê, her gundê ku hatiye şewitandin û her navê ku hatiye qedexekirin, îro di qada dîjîtal de wekî “îradeyeke veşartî” careke din serî hildide. Algorîtmayên Google Mapsê, li dijî vê polîtîkaya ji bîrkirinê, kordînatên gundên şewitî bi navên wan ên qedexe jî nas dike. Bi vî rengî, asfalta fermî û tabelayên dewletê di bin bandora “bîrê” de dimînin û rastiya dîrokî careke din xwe nîşan dide. Ev yek îsbat dike ku şewitandin û koçberî dikarin avahiyan xira bikin, lê nikarin navên ku di dilê civakê de hatine kolandin ji holê rakin. Ev berxwedana navan a li ser nexşeyan, serkeftina bîra zindî ya li hemberî fermiyeta lal e.

Li dijî zora desthlatan bîra civakê ya zindî

Desthilat xwe li ser bingeha “tunehesibandinê” ava bûne bi “bîra civakî ya zindî” re tê hemberî hev û bîra civakê bi saya teknolojiyên nû desthilatdaran dide zorê. Ev nexşeyên dîjîtal tînin bîra me ku ziman ne tenê li ser zimen e, li ser her kordînata erdnîgariya ku em lê dijîn e. Encam eşkere ye: Hêza domdar bîr e. Bîra kolektîf îsbat dike ku tu asfalta fermî ewqas stûr nîne ku rê li ber şînhatina kokên dîrokî bigire.

Aktîvîzma Dîjîtal: Serastkirinekê pêşniyar bike

Google Maps îro ne tenê rêyan, rastiya civakan jî nîşan dide. Ji ber vê yekê, serastkirina navên gundan bi rêya vebijêrka “Serastkirinekê pêşniyar bike” (Suggest an edit/Düzeltmeyi öner) kiryareke dîjîtal ê pir girîng e. Ev gav, bersiveke li dijî şewitandina gundan û koçberiya bi zorê ya salên 90î ku dixwest têkiliya civakê ya bi axê re qut bike. Dema Kurd navên Kurdî yên resen li ser vê nexşeya gerdûnî zindî dikin, polîtîkaya asîmîlasyonê ên ku navên gundên Kurdan guherandine, pûç dikin.

Ev guherandin girîng e; ji ber ku nexşeyên zindî dibin çavkaniya sereke ji bo nifşên nû û saziyên navneteweyî. Her navê ku Kurd li ser Google Mapsê rast dikin, şopa şewatê û koçberiyê ji bîra dîjîtal dişo û “fermiyeta lal” a tabelayên dewletê di nava dîroka rastîn de winda dike. Bi vî rengî, Kurd nahêlin ku keda sedsalan û nasnameya erdnîgariya wan di nava kaxezên burokratîk de bibe qurban, ew wê bi îradeya xwe ya dîjîtal vediguhêzin mîraseke zindî û gerdûnî.

Rizgarkirina hişê erdnîgariyê

Her kes dikare bi vebijêrka “Serastkirinekê pêşniyar bike” (Suggest an edit) bibe parêzvanê bîra civakî û vê bîrê ragihîne bîra idîjîtal jî. Li ser Google Mapsê bitikîne ser gundê xwe, beşa “Nav biguherîne” veke û navê Kurdî yê resen lê zêde bike.

Ev helwest, ne tenê daxwazeke burokratîk, lê têkoşîneke dijkolonyal e ku armanc jê hişê erdnîgariyê ji bin nîrê emperyalîzma çandî rizgar bike. Dema Kurd navên resen vedigerînin ser nexşeya zindî, hafizeya mekanî nû dikin û li dijî polîtîkayên dagirkeriya ku dixwestin Kurdan bêkok bihêlin, li ber xwe didin. Ev çalakî, veguherîneke sembolîk e; Kurd nîşaneyên serdestiyê radikin û bi rêya aktîvîzma dîjîtal axa xwe li ser arşîveke zindî careke din ava dikin. Ev bîra ku di nava ‘cloud’ê de rehên xwe berdaye, îsbat dike ku teknolojî ji dîwarên polîtîk ên asîmîlasyonê xurtir in.

 

Etîket: Aktîvîzma Dîjîtalarşîva dîjîtalBerxwedana toponîmîkBîra civakê ya zindîGoogle Mapspêşniyar bike
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji zanîngeha Wanê ber bi zozanên Colemêrgê ve rêwîtiya mêşvaniyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyê Hewlêrê: Divê Tirkiye gavên lezgîn biavêje ku aştî li herêmê bi cih bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 4 sal û 2 meh ceza li rojnameger Reyhan Hacioglû hat birîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (376)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne