Nivîskara Kurd Yildiz Çakar, ku demeke dirêj bû li Almanyayê dijî, îro danê sibê dema bi balafirê gihişt Stenbolê, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Nivîskar û romanûsa Kurd Yildiz Çakar, ku demeke dirêj bû li Almanyayê dima, îro danê sibê dema bi balafirê gihîşt Stenbolê, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Yildiz Çakar piştî vegera xwe ya ji derveyî welat xwest biçe Amedê. Lê belê dema gihişt Balafirgeha Stenbolê, ew hat rawestandin û binçavkirin. Yildiz Çakar birin qerekola balafirgehê û piştre jî derxistinn pêşberî dozger.
Heta niha daxuyaniyeke fermî ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve derbarê rewşa Yildiz Çakar de nehatiye dayîn. Agahiyên zêdetir li ser encama lêpirsînê û biryara dozger jî nehatiye eşkerekirin.
Yildiz Çakar bi nivîsên xwe yên li ser mijarên civakî, çandî û hûnerî tê naskirin û çend salên dawî û vir ve li Ewropayê dijî.













