Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlih û Sêrtê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin û daxuyanî hatin dayîn.
Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê li parka Yilmaz Guney 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin û daxuyanî hat dayîn. Rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên Êlihê, aktîvîstên TJAyê, ÎHD û OHDê yên Êlihê, TUAY-DER, MEBYA-DER, DÎAY-DER, Komeleya 78an, endamên Komeleya Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr tev li çalakiyê bûn. Girseya ku kom bibûn dowîzên ku li ser wan “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Ziman şitila avakirina civakê ye” nivîsandin û pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hilgirtin. Her wiha metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya arî (ARÎ-DER) Mazlûm Tenha ve hat xwendin.
SÊRT
Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên Sêrtê ji Rêya 3yemîn heta Rêya Guresê meşiyan û piştre jî daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên DEM Partiyê û DBPê yên Sêrtê, aktîvîstên TJAyê, ÎHD û OHDê yên Êlihê, TUAY-DER, MEBYA-DER, endamên Komeleya Dayikên Aştiyê û gelek endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr tev li çalakiyê bûn. Girseya ku kom bibûn pankarta “Her dem Kurdî, Li her der Kurdî “hilgirtin. Her wiha metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserok BOTAN-DERê Çîçek Polat ve ve hate xwendin.
Metna daxuyaniyê ya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi vî rengî ye:
“Di 15ê Gulana 1932ande di pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê kurd, Mîr Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî de, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên latînî dest bi weşanê kir. Di hejmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs hatibû nivîsîn; Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesên ku xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide naskirin. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e.
Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî were jiyîn û mayînde bibe, gelê kurd di sala 2006an de 15ê Gulanê wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir û her sal vê cejnê bi rihekî netewî pîroz dike. Em dizanin! pirsgirêka ku ji 100 salan zêdetire weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û pekûtiyên ku li ser çand, ziman û nasnameya kurdî tên meşandin in.
Di sedsala 21êmîn de, hîn jî li ser bi milyonan zarokên kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin, zimanê tirkî û tirkîtî li ser zarokên kurd tê ferzkirin, bi milyonan zarokên kurd ji çand û zimanê xwe qut bûne , bi zimanê tirkî tên perwerdekirin. Li gorî peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcên li dijî mirovahiyê ne. Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi helwest û nezîkatiyên dewletê yên wekî bişaftin, înkar, tunekirin û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî van nêzîkatiyan nerazîbûnên xwe nîşan daye û heta niha jî têkoşîna xwe didomîne. Bê guman, wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê kurd jî parastina çand û zimanê xwe hêmana bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Di bingeha hemû têkoşînên neteweyî de daxwaza azadiya çand û ziman heye. Di têkoşîna gelê Kurd de jî azadiya çand û zimanê kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye.”
Weke hûn zanîn li tirkiyê, ve demeke dirêj e pêvajoya çareseriyê heye. Lê mixabin gavên kanûnî nehatine avêtin û desthilatdarli gora hêviyên rayagiştî tev nagerên e. Ev xemsariya desthilatdariya tirkiyayê gumanan ji me re çêdike. Banga me ji deshilatdariyê re heye,demildest gavan bavêje kanûnîn pêvajoyê hêsan bike bavêje.Lê em ê dîsa di asta herî bilinde li vê qadê bi îradeyeke xwurt xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin.Em ê têkoşîna xwe ya ji bo pêşvebirin û xurtkirina zimanê kurdî ji her demê zêdetir berfireh bikin. Bi van hestan em ê bi hemû sazî û dezgehên kurdî û demokratîk re dirûşmeya “ Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” ku di merheleya nû de sala borî destpêkiribû bidomînin. Ji bo welatekî demokratîk û aram, pewiste zagonên bingehîn ên ku li pêşiya azadiya zimanê kurdî astengin werin sererastkirin, zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî. Ziman, stûna bingehîn a neteweyan e. Ziman mirovan dike mirov, neteweyan dike xwedî nasname. Perwerdehiya bi zimanê dayikê jî xurtkirin û mayîndekirina ve stûnê ye. Gelê kurd, dê jiyaneke bêyî çand, ziman û nasname, ku hêmanên statuya siyasî ya gelê kurd in, tu car nepejirîne. Heta ku ev daxwazên gelê kurd pêk werin, dê gelê kurd vê têkoşîna xwe ya mafdar û rewa bi biryar bidomîne. Bi van hest û ramanan, em bang li tevahiya gelê xwe dikin, bi ruhê neteweyî li çand, ziman û nasnameya xwe xwedî derkeve.”




















