• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

    Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

    Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

    Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

    Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

    Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

    Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

    Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

    Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

    Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

    Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

    Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

    Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

    Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

    Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

Amed / AW

15 GULAN 2026 - 19:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di daxuyaniya bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayîn de axivî. Keskîn Bayindir diyar kir ku heta statuya zimanê Kurdî bi dest bê destxistin dev ji tekoşînê bernadin û got: “Em ê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin.”

Di pêşengtiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk de bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlameneterên DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren û Mehmet Kamaç, rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî yên bajêr û gelek zimanhez tevlî daxuyaniyê bûn. Girse bi dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me hebûna me ye” bi meşê ketin qadê û li qadê de govend gerandin.

Di daxuyaniyê pankarta “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” hat vekirin û dowîzên “Em Kurd in perwerdehiya bi Kurdî dixwazin”, “Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê”, “Ez bi Kurdî dijîm”, “Bê ziwan cu nêbena”, “Zimanê min welatê min e”, “Kurdî nasnameya me ye”, “Dem dema zimanê Kurdî ye” hatin rakirin. Mamosteyê zimanê Kurdî Rifat Ronî ewilî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

‘Hawar dengê zanînê ye’

Piştre Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Şukran Yakût metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku di 15ê Gulana 1932an de bi derketina Kovara Hawarê re di warê ziman de werçerxaneke dîrokî pêk hatiye. Şukran Yakût gotina Mîr a “Ziman şertê heyînê yê pêşîn e” bi bîr xist û destnîşan kir ku ji sala 2006an ve ev roj bi rihekî neteweyî wekî “Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin.

Polîtîkayên bişaftinê û sedsala 21emîn

Şukran Yakût di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser pirsgirêka Kurd û têkiliya wê ya bi ziman re û wiha got: “Pirsgirêka ku zêdetirî 100 sal in berdewam dike, di eslê xwe de encama polîtîkayên bişaftin, zext û qedexeyên li ser çand û zimanê Kurdî ye. Di sedsala 21emîn de hîn jî bi milyonan zarokên Kurd ji zimanê xwe tên qutkirin û tirkîtî li ser wan tê ferzkirin. Li gorî pîvanên navneteweyî, ev pêkanîn sûcê li dijî mirovahiyê ne.”

Banga ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

Şukran Yakût destnîşan kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo “Aştî û Civaka Demokratîk”, asta xwedîlêderketina li ziman xurtir bûye û wiha domand: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk dê bibe sedema mîsogerkirina nasname, xwebûn û statuya siyasî ya gelê Kurd. Em ê wekî sazî bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”

‘Bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bijîn’

Sukran Yakût di dawiya daxuyaniya xwe de daxwazên bingehîn ên gelê Kurd wiha rêz kirin: “Pêwîst e zagonên bingehîn werin sererastkirin. Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Divê gelê Kurd bi ruhê neteweyî xwedî li ziman û nasnameya xwe derkeve. Ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin û bi Kurdî bijîn!”

‘Siyaseta dûrîtiyê’

Piştî metna daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û got: “Kovara Hawarê bû mizgînî û cejna gelê Kurd. Em minetarên wan in. Kesên ku ji bo zimanê Kurdî ked dane bi bîr tînim. Me dixwest bi sedan û hezaran li Kurdistanê û Tirkiyeyê cejna zimanê xwe pîroz bikin. Komara Tirkiyeyê zimanê me hêj wek zimanê fermî qebûl nake. Ji destpêkirina kovarê heya roja îroyîn gelek genelge û bi fermana xwestin zimanê me tune bike. Ev dewlet û desthilatdar hêj jî bi bêbextî nêzî vî zimanî dibe. Em ê tekoşîna azadiya zimanê xwe berfireh û bilind bikin. Heta em statuya zimanê xwe bi dest nexin em dev ji têkoşînê bernadin. Em ê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin.”

‘Divê destpêkê zimanê me qebûl bikin’

Keskîn Bayindir di berdewamiay axaftina xwe de wiha bang li dewletê kir: “Em bang dewletê dikin dev ji polîtîkaya pişaftin û înkarê berdin. Dibêjin TRT6 heye lê bajarê Agiriyê mufteyekî genelge da û dibejin hûn ê waaza Kurdî nekin. Ev berdewama bişaftinê ye û hêj jî dev jê bernedane. Ev zîhniyeta înkarê ye. Em vê siyasetê û vê qirêjbûnê qebûl nakin. Heke di navbera gelê Kurd û Tirkan de lihevhatinek hebe divê destpêkê zimanê me qebûl bikin. Siyaseta dewletê ya du peyvan Kurdî dike nabe qasîdê ziman berowajî vê ev siyaseta durîtiyê ye. Berpisyarêke dîrokî ji pêşiya gelê me heye. Helbet em ê têkoşîna ji bo statuyê berdewam bikin. Lê divê em her derê jî zimanê xwe pêş bixînin.”

‘Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku divê gelê me her derê bike dibistan û wiha got: “Pêşxistina zimanê me ji bo me hemûyan berpisyariyeke. Ez îro dixwazim bi şanazî mizgîniyêkî parvebikim televizyona Nûçe TVê dest bi weşanê kir û her wiha KurdîFMê jî dest bi weşanê kir. Em vê yekê hezar caran pîroz dikin. Mala we hezar caran avabe ku hûn ji bo zimanê me xebatê dimeşînin. Em weke berpisyariyekî ji bo zimanê xwe tevbigerin. Meseleya ziman meseleya nasname û jiyanê ye. Çanda, stran, êş û elamê xwe bi Kurdî bikin. Em ê bi zimanê Kurdî Kurdistanê bixemilînin.”

Piştî axaftinan dirêşma hatin berzkirin û govend hat gerandin. Herî dawî ji bo tevlîbûna meşa ku “Gavek ji bo Aştiyê” ya sibê saet 19:00an de pêk bê bang hat kirin.

Etîket: AmedCejna Zimanê KurdîdaxuyabîQada Şêx Seîd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Şirnexê banga statuya zimanê Kurdî hat kirin

Ji Şirnexê banga statuya zimanê Kurdî hat kirin

15 GULAN 2026
Şaredariya Peyasê Yekeya Parastina Zimanê Kurdî vekir

Şaredariya Peyasê Yekeya Parastina Zimanê Kurdî vekir

15 GULAN 2026
KCK: Axaftina bi Kurdî têkoşîna li dijî asîmîlasyonê ye

KCK: Axaftina bi Kurdî têkoşîna li dijî asîmîlasyonê ye

15 GULAN 2026
Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

15 GULAN 2026
Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

15 GULAN 2026
Li Stenbolê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

Li Stenbolê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

14 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (398)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne