Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê, dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixe. Ciwanan xwest ku ji bo tûrnûvayê heta 1ê Hezîranê serî li rêxistinên wan ên bajar û navçeyên Amedê bê dayîn û wiha gotin: “Em li dijî her cûre polîtîkayên şerê taybet ên ku li ser me tên meşandin dakevin qadan, têkoşînê mezin dikin û azadiya xwe ji nû ve bi dest dixin.”
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Parti) ya Amedê, bi dirûşma “Ciwanên ku li dijî şerê taybet dibin komun li qadan e” dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixin. Ciwanan, der barê tûrnûvayê de li Qada Werzişê ya Taxa Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ku pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin” hat vekirin, gelek ciwan amade bûn.
Metna daxuyaniyê ya bi zaravayê Kurmancî ji aliyê endama Meclîsa Ciwanan Leyla Firatê ve, ya bi Tirkî jî ji aliyê endamê Meclîsa Ciwanan Celal Ozer ve hatin xwendin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:
“Weke Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê, em tûrnûvaya fûtbol û voleybolê ya ku em ê bi dirûşma ‘Ciwanên ku li dijî şerê taybet dibin komun li qadan e’ li ser navê Rojîn Kabaîşê li dar bixin, ji bo hemû jinên ciwan, ciwanan û gelê xwe radigihînin. Ji bo ku em polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwanan tên meşandin pûç bikin, dakevin qadan.
Serdestên ku dizanin cewher û hêza dînamîk a bingehîn a civakê jin û ciwan in, hewl didin ciwanan û bi taybetî jî jinên ciwan bi polîtîkayên cihêreng ên ku hildiberînin ji cewherê wan qut bikin, wan ji xwe re xerîb bikin û tenê bihêlin. Bi polîtîkayên wekî hişbir, fihûş, sîxurkirin, çetebûn, kesperestî, bêhêvîkirin û bêpaşerojkirinê dikevin navbera me û armanc dikin ku me ji civaka me qut bikin û ber bi jiyaneke sexte ve bibin.
Li dijî şerê taybet têkoşin
Em jî li dijî hemû polîtîkayên şerê taybet gotin û çalakiya xwe roj bi roj fireh dikin û dighînin civakê. Îro em di serdemekê re derbas dibin ku ji bo pêşxistina polîtîkayên ku dê bi têkoşîna li dijî şerê taybet re afirandina nasnameya ciwanên azad mîsoger bikin, fersendên herî hêja pêşkêşî me dike. Ji bo mezinbûn, watedarkirin û nirxandina wê qada ku ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ vekiriye, ji her demê zêdetir derfet û berpirsiyariyên me hene. Em ê vî ruh û hişmendiyê bigihînin her tîmeke me ya ku dê dakeve qadan û her ciwanê ku ji bo temaşekirina maçan tê; em ê bi hişmendî dakevin qadê û bi bîranîna berpirsiyariyên xwe ji qadê veqetin. Em diyar dikin ku em ê bi nirxandina derfetên hatine afirandin re di nav têkoşîneke bênavber a li dijî şerê taybet de bin û li Kurdistanê heke hevalekî me yê ciwan tenê jî di bin bandora van polîtîkayan de mabe, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Di civaka demokratîk de têkoşîn û azadî di her qada jiyanê de ye. Divê aştî ji bo civakê, jiyana nû jî ji bo her qadê bê belavkirin. Yek ji amûrên herî bi bandor ku birêvebirên şerê taybet bikar tînin jî werziş e. Sîstema serdestiya mêr, bi taybetî bi futbolê re hewl dide ciwanên şovenîst, zayendperest û populîst biafirîne. Em jî weke ciwan, her topeke ku em ê lê bixin û her goleke ku em ê bavêjin, wekî rêbazeke têkoşînê ya li dijî şerê taybet digirin dest. Em li dijî her cûre polîtîkayên şerê taybet ên ku li ser me tên meşandin dakevin qadan, têkoşînê mezin dikin û azadiya xwe ji nû ve bi dest dixin.
Em diyarî Rojîn Kabaişê dikin
Em tûrnûvaya xwe ji bo bîranînê diyarî Rojîn Kabaîşê û têkoşîna ronîkirina cînayeta wê dikin. Tûrnûvaya me li ser navê Rojîn Kabaîşê tê lidarxistin. Rojîn Kabaîş weke her yek ji me ciwaneke Kurd, jineke ciwan bû. 2 roj piştî ku çû zanîngehê hat windakirin û qetilkirin. Kujer û hevkarên wê hîn nehatine diyarkirin û her carê hewl hat dayîn ku ser dosyayê bê girtin. Bi israr û tûndiya malbatê û raya giştî ya hestiyar, daxwaza ronîkirina tariyê berdewam dike. Em ji vir dubare dikin; em ê şopdarê her cînayeta jinan bin a ku hatiye windakirin, qetilkirin û bi gotina ‘întîhar kirîye’ hewl tê dayîn ku ser bê girtin. Em ê li hemberî sîstema serdestiya mêr û şaxên wê, her dem wekî hêzek birêxistinkirî amade bin. Em li pêşberî malbata Kabaîş û têkoşîna wan a bi israr bi rêzdarî ditewînin û gotina xwe nû dikin ku; avahiya birêxistinkirî û berxwedêr a ciwanan dê berxwedanê bilind bike û bersiva pirsa ‘Çi hatê serê Rojîn Kabaîşê’ bide dayîn.
Em bangawaziya xwe ya ji vir nû dikin; di serî de hevalên me yên jinên ciwan, em bang li hemû hevalên xwe yên ciwan dikin ku tîmên xwe ava bikin û heta 1ê Hezîranê serî li rêxistinên me yên bajar û navçeyên Amedê bidin û xeta têkoşîna birêxistinkirî mezin bikin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
Serdana gora Rojîn Kabaîşê kirin
Ciwan piştî daxuyaniyê serdana gora Rojîn Kabaîşê ya li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê kirin. Gelek ciwan û malbata Rojîn Kabaîşê amade bû.
Li vir dayîka Rojîn Kabaîşê, Aygul Kabaîş axivî û wiha got: “Em dixwazin kujerên Rojînê derkevin holê. Wezîrê Dadê soz da me û got em ê derbixin holê. Em weke malbat dixwazin êdî kujerên Rojînê derkevin holê.”













