Komeleya Dema Jinan bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî kargeheke zarokan li dar xist.
Li Stenbolê bername û pîrozbahiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî didomin. Komeleya Dema Jinan bi diruşma “Zimanê me bîra me ye, bîra pêşeroja me ye” li Parka Haciahmet a li navçeya Beyoglûyê ji bo zarokan komxebata Kurdî li dar xist.
Jin li parkê kom bûn û li vê derê kargeha wêne û rîtîmê ya zarokan li dar xistin.
Kargeh bi stran û lîstikan bi dawî bû.



















