• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 18ê GULANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komunbûn civakîbûn e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komunbûn civakîbûn e’ derket

    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Bismilê bi hezaran kes Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Amed / AW

18 GULAN 2026 - 10:27
Kategorî: ÇAND
A A
Şaredariya Bismilê, di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, bi beşdariya hunermend Rojdayê konsereke bi heybet li dar xist. Bi hezaran kesên ku tev li konserê bûn hem bi Rojdayê re stran gotin hem jî têra dilê xwe govend gerandin.

Şaredariya Bismilê, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî “Konsera Şahiya Biharê” organîze kir. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl di nav de bi deh hezaran welatiyan eleqeyeke zêde nîşanî konserê da û wekî lehiyekê herikîn Qada Newrozê ya li kêleka Otogara navçeyê. Li qada konserê, posterê endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ê ku sala borî di 3yê Gulana 2025an de ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest dabû, hat daliqandin.

Ekîn: Ziman roja vejîn û hebûna gelekî ye

Di bernameyê de Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn axaftineke kurt kir û destnîşan kir ku 15ê Gulanê ne tenê Cejna Zimanê Kurdî ye, di heman demê de roja vejîn û hebûna gelekî ye. Mizgîn Ekîn diyar kir ku divê her kes bikaribe bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne û binivîse û bal kişand ser vê yekê ku gelek tenê bi zimanê xwe dikare hebûna xwe biparêze.

Tanrikûlû: Kurd her tim xwedî li zimanê xwe derketine

Hevşaredar Guven Tanrikûlû jî anî ziman ku gelê kurd bi sedsalan e ji bo parastina zimanê xwe têkoşîneke mezin dide û got ku ji serdema Mîr Bedirxanan heta roja îro, Kurd her tim xwedî li ziman û çanda xwe derketine. Guven Tanrikûlû bang li her kesî kir ku xwedî li nasnameya xwe derkevin û Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya gel pîroz kir.

Bi hezaran kes li ber stranên Rojdayê govend gerandin

Bi derketina hunermenda naskirî Rojdayê re qada şahiyê tije bû. Di çalakiya ku dîmenên bêhempa derketin holê de, fîşekên hewayî jî hatin teqandin. Her wiha Rojdayê bi stranên xwe Sirri Sureya Onder û Rojîn Kabaîş a ku di 27ê Îlona 2024an de li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê winda bû û cenazeyê wê di 15ê Cotmeha 2024an de hate dîtin jî bi bîr anîn. Girseyê jî li gel stranan lambeyên telefonên xwe vekirin û li çepikan dan. Hunermend Rojdayê bi stranên xwe heta derengiya şevê bi hezaran welatî kêfxweş kir.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: 15ê Gulanê Cejna Zimanê KurdîCejna Zimanê KurdîHunermend RojdaŞaredariya Bismilê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

17 GULAN 2026
Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

17 GULAN 2026
Li Amedê şahiya zarok û ciwanan hat lidarxistin

Li Amedê şahiya zarok û ciwanan hat lidarxistin

17 GULAN 2026
‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

17 GULAN 2026
Roja ewil a Sempozyûma Kurdî qediya: Mamosteyên Rojava rewşa ziman vegotin

Roja ewil a Sempozyûma Kurdî qediya: Mamosteyên Rojava rewşa ziman vegotin

16 GULAN 2026
Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Otomatik taslak

    KOM Muzîkê bersiv da îdiayên Mem Ararat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li Başûr hê jî termînolojiya hiqûqî tune ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mihrîcana Cizîrê bi coşek mezin bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (470)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne