Nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Dr. Hayrî Hazargol, bal kişand ser nîqaşên têkildarî statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku heke desthilatdariya AKPê di mijara statûyê de gaveke zelal navêje, wateya vê yekê ew e ku pêvajo hatiye cemidandin. Hazargol daxuyand ku ji bo derbaskirina vê rewşê û zordariya îktîdarê jî divê têkoşîn û çalakî qat bi qat bê mezinkirin.
Nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Dr. Hayrî Hazargol, têkildarî nîqaşên li ser statûya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hişyarî û nirxandinên girîng kirin. Nivîsa bi sernavê “Gelo ev lîstika windakirina mezin a Tayyîp Erdogan e?” wiha ye: “Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, ji bo ku statûya Rêberê Gelê Kurd qad tije kirin. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê di vê mijarê de helwesta xwe bi awayekî vekirî û zelal nîşan dan. Tevî vê helwesta gel, heke AKP di vê mijarê de gavê navêje, wê gumanên ‘mijûlkirinê’ zêdetir bibin.
Gotinên ‘pêvajo dimeşe’ hewldaneke aramkirinê ye
Çima muxatabgirtina Rêberê Gelê Kurd a pratîkî pêk tê, nayê fermîkirin? Her kes vê yekê dipirse. Di daxuyaniya ku 5ê Gulanê li ser navê Rêveberiya Tevgerê hatibû dayîn de jî ev yek dihat îfadekirin. Di vê mijara ku her kes dipirse de heke bersiv neyê dayîn, Tayyîp Erdogan çi bibêje jî kes pê bawer nake. Gotinên Erdogan ên ‘pêvajo dimeşe’ wê tenê wekî aramkirinekê bê dîtin. Jixwe wisa jî tê dîtin.
Dibe Ewropa jî bibe amûrek mijûlkirinê
Desthilatdariya AKPê bi zêdekirina yek-du odeyan a li girtîgeha Îmraliyê, hewl da întîbayek wekî ku di rewşa Rêberê Gelê Kurd de guhertinekê dike, derxe holê. Bi îhtîmaleke mezin dixwazin bi vê yekê bandorê li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bikin ku di mijara ‘mafê hêviyê’ de heta Hezîranê dem dabû. Hê jî têkiliyên xwe yên siyasî bi kar tînin û hewl didin pêşî li helwestgirtina Yekîtiya Ewropayê bigirin. Ewropaya ku li gorî berjewendiyên siyasî tevdigere, dibe ku dîsa helwesteke bêîstîqrar nîşan bide. Dibe ku Ewropa jî bibe amûrek ji bo polîtîkaya mijûlkirinê ya AKPê. Lê belê ne Abdullah Ocalan, ne gelê Kurd, ne hêzên demokrasiyê û ne jî Tevgera Azadiya Kurd van lîstikan dadiqurtînin! Jixwe li Îmraliyê yek-du odeyên nû nayên xwestin. Heta ku statû zelal nebe, veguhastina bo girtîgeheke nû jî nayê qebûlkirin.
Pirsgirêk bi hewldanên saziya îstîxbaratê çareser nabe
Tayyîp Erdogan daxuyanî da û got, ‘rêxistina me ya îstîxbaratê xebatên lezkirina danîna çekan dimeşîne’. Êdî pêvajo ji têkilî û xebatên saziya îstîxbaratê derbas bûye. Li holê pirsgirêkeke siyasî ya 100 salî heye. Pirsgirêkeke wiha bi hewldanên îstîxbaratê nayê çareserkirin. Danîna çekan jî ne mijareke saziya îstîxbaratê ye. Mijareke qanûn û hiqûqê ye. Wê qanûn nebe, di sîstema hiqûqê de guhertin çênebe, lê wê pirsgirêka kesên biçek çareser bibe! Civakeke ku ketiye sala 54an, gelekî ku sedsal e di bin qirkirinê de ye, wê bifikire ku bi saziya îstîxbaratê re çareserî ji pirsgirêkên wan re bê dîtin! Zarok jî bi vê yekê bawer nakin.
Qanûn û hiqûq pêwist e
Dibe ku saziya îstîxbaratê di destpêka têkiliyan de rolek lîstibe. Lê belê di qonaxa îro de tiştek ku saziya îstîxbaratê bike, nîne. Nikare lezê bide danîna çekan a ku Erdogan qala wê dike. Ji bilî qanûn û hiqûqê, tu tişt nikare vê lezkirinê pêk bîne. Gava yekemîn a vê yekê jî bi misogerkirina statuya Rêberê Gelê Kurd pêk tê. Ji ber ku PKKê dema xwe fesih dikir, gotibû ‘vê pêvajoyê tenê dikare Rêbertiya me bimeşîne û bibe encamê’. Ev meşandin jî tenê dikare ji aliyê muxatabekî ku statuya wî diyar e ve bê kirin. Vê Rêbertiyê, berê jî gotibû ‘di hewzê de av tune ye lê ji min re dibêjin avjeniyê bike’ û rewşa xwe îzah kiribû.
Heke gav neyê avêtin, ev tê wateya cemidandina pêvajoyê
Dewlet Bahçelî hefteya borî got, ‘bila pirsgirêka statûyê çareser bibe, koordînatoriya aştî û siyasetê bê avakirin’. Dewlet Bahçelî dibêje di rewşa heyî de wê tu pêşveçûn çênebe, lê Serokkomar dibêje saziya îstîxbaratê ji bo lezkirina danîna çekan xebatan dike. Ev tişt, êdî ji bo vê pêvajoyê tiştên wisa ne ku divê neyên axaftin û gotin. Gelo wê îktîdar, helwesta ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê nîşan dane, li ber çavan bigire? An wê vê rewşê paşguh bike? Heke îktîdara AKPê piştî vê helwesta gel, der barê statûyê de gaveke vekirî û zelal navêje, ev tê wateya ku ev pêvajo hatiye cemidandin. Di vê rewşê de derbasbûna ji vî halî, tenê bi têkoşînê dibe. Hem jî bi çalakbûneke ku qat bi qat ji têkoşîna heta niha hatiye meşandin zêdetir e. Tê fêmkirin ku êdî heke îktîdar li hemberî xwe têkoşîneke xurt nebîne, wê polîtîkaya xwe ya mijûlkirinê ya ku pêvajoyê li demê belav dike bidomîne.
Wê Tirkiyeyê noqav bike
Tişta ku Tayyîp Erdogan herî baş dizane ew e ku her cure nirxî bike amûr. Tê dîtin ku ji bilî domandina îktîdara xwe, derdê Tayyîp Erdogan ê welat û gel nîne. Hevsengiyên siyasî yên derve jî tenê ji bo vê yekê bi kar tîne. Lê belê vê carê mijara ku wekî amûr bi kar tîne, mijarek e ku wê hem îktîdara wî hem jî bi giştî Tirkiyeyê binav bike. Heke pirsgirêka Kurd bi vî rengî wekî amûr bê bikaranîn, wê di dawiyê de Erdogan ji aliyê vê pirsgirêkê ve wisa derbekê bixwe ku wê şaşwaz bimîne! AKP ku bi polîtîkayên xwe yên bêyom ên li ser Kurdan îktîdara xwe li ser piyan dihêle, wê di dawiyê de li hemberî hêza dîrokî, civakî û siyasî ya Kurdan têkçûneke mezin bijî. Hirsa îktîdarê ew qas çavên wî kor kiriye ku nikare vê rastiyê bibîne.”













