Di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Qonaxa Cemîl Paşa “Şeva Helbestan’ hat lidarxistin.
Şaredariya Sûrê di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Qonaxa Cemîl Paşa bi tevlibûna helbestvan Berken Bereh, Sûltan Yaray û Rizoyê Xerzî “Şeva Helbestan” li dar xist. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, endam û nunerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî bernameyê bûn.
Laleş Biçimlî ku moderatoriya bernameyê kir, di axaftina xwe ya vekirinê de bal kişand ser girîngiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û li ser girîngiya têkoşîna ji bo parastin û veguhastina Kurdî bo nifşên pêşerojê kir. Paşê Biçimlî helbestvanên ku beşdarî şevê bibûn Berken Bereh, Sûltan Yaray û Rizoyê Xerzî dan nasîn û daxwaz ji wan kir ku helbestên xwe bixwînin. Helbestvanan destpêkê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ew roj ji mêvanan pîroz kirin û dor bi dor helbestên xwe pêşkêş kirin. Temaşevanan eleqeyek mezin nîşan dan û bi kelecanî ew guhdar kirin. Piştî helbestvanan mêvanên ku tevlî bernameyê bûn helbest xwendin.
Bername bi çepik û pîrozbahiyan bi dawî bû.

















