TUÎKê daneyên welidînê yên sala 2025an nûkirin. Rêjeya giştî ya welidînê daket 1,42yan û ev 9 sal in di bin asta nûbûna nifûsê de dimîne. Di lîsteyê de bajarên ku herî zêde zarok lê çêdibin û nifûsê nû dikin Riha, Şirnex û Mêrdîn in.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), encamên îstatîstîkên welidînê nûkirin. Li gorî daneyan, nifûsa Tirkiyeyê ber bi pîrbûnê ve diçe û polîtîkayên desthilatdariyê yên ‘zêdekirina nifûsê’ li beramberî krîza aborî û şertên jiyanê bi temamî têk çûne.
Rêjeya welidînê bi lez dadikeve

Rêjeya giştî ya welidînê her ku diçe kêm dibe. Ev rêje ku di sala 2001ê de ji sedî 2,38 bû, ji sala 2014an ve ketiye nava meyla daketinê. Di sala 2025an de ev rêje daket ji sedî 1,42yan. Sînorê nûbûna nifûsê ya gerdûnî ji sedî 2,10 tê qebûlkirin. Rêjeya welidînê ev 9 sal in li Tirkiyeyê di bin vî sînorî de dimîne.
Riha, Şirnex û Mêrdîn di rêza yekem de ne
Di daneyan de tabloya bajaran jî derket holê. Li gorî vê yekê, bajarên ku rêjeya welidînê lê herî bilind e, bajarên Bakurê Kurdistanê ne. Bajarê ku di rêza yekem de ye bi 3,15 zarokan Riha ye. Piştî Rihayê bi 2,53 zarokan Şirnex û bi 2,23 zarokan jî Mêrdîn tê.
Bajarên xwedî rêjeya herî kêm li Tirkiyeyê ne
Bajarên ku rêje lê herî kêm e jî li rojavayê Tirkiyeyê ne. Rêjeya herî kêm bi 1,09 zarokan li Bartinê ye. Piştî Bartinê bi 1,10 zarokan Îzmîr û bi 1,11 zarokan jî Eskîşehîr, Enqere û Zonguldak tên.
10 bajarên rêzên pêş li Kurdistanê ne

Deh bajarên rêjeya welidînê lê herî zêde ye li Bakurê Kurdistanê ye. Li gorî daneyan Riha bi 3,15an yekemîn, Şirnex 2,53yan di rêza duyem, Mêrdîn bi 2,23yan di rêja sêyemîn, Amed bi 2,14an di rêza çaremîn de, bi 2,11an Sêrt di rêza pêncemîn, Agirî bi 2,05an di rêza şeşemîn, bi 2,05an Bedlîs di rêza heftemîn, bi 2,01an Mûş di rêza heştemîn, bi 2,00yan Dîlok û Êlih nehemîn û dehemîn in.
10 bajarên rêzên paş li Tirkiyeyê ne
Bajarên rêjeya welidînê ya herî kêm lê deh bajarên Tirkiyeyê ne. Gîresûn, Kirikkale, Karabûk bi rêjeya 1,14an sê rêzên pêşiyê de cih digirin. Kûtahya bi rêjeya 1,13an di rêza çaremîn û Edîrne bi rêjeya 1,12an de di rêza pêncemîn de ye. Zonguldak, Ankara û Eskîşehîr bi rêza 1,11an di r^za şeşemîn, heftemîn û heştemîn de cih digirin. Îzmîr bi rêjeya 1,10 di rêza hehemîn û Bartin bi rêjeya 1,09an di rêza dehemîn de ye.
Li Kurdistanê jî rêjeya nifûsê dikeve
Li Bakurê Kurdistanê her çiqas qasî Tirkiyeyê nebe jî rêjeya nifûsê ji 2014an heta niha bi awayek rêkûpêk dikeve. Di sala 2014an de ji bilî Dêrsimê li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya welidînê di navbera 2,50an û 4,00an de bû. Lê niha ev rêje li tevahiya bajaran ketiye navbera 2,00yan û 3,15an. Li gorî pisporan ev yek nîşan dide ku li Bakurê Kurdistanê jî rêjeya nifûsê bi lez dikeve.












